Bi armanca yekdengiya Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê yên li diyasporayê, Navenda Diyasporaya Kurdî (Kurdish Diaspora Center) tê damezrandin.
Armanca Navenda Diyasporaya Kurdî; çareserkirina pirsgirêkên Kurdan yên di warên dadî, civakî, perwerdehî, çandî, siyasî ye û xabetên lobî ye. Berpirsyarê Navendê yê ku ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hatiye peywirdarkirin, Tahir Hewramî ragihand ku; her kes û her rêxistina ku Alaya Kurdistanê nas dike, wek alaya xwe dizane û xebata rizgariya Kurdistanê dike, dikarin di nav Navenda Diyasporaya Kurdî de cîh bigire. Navenda Diyasporaya Kurdî wê ne di bin desthilatdariya çi partiyekê be û yekane merca wan jî naskirina Alaya Kurdistanê ye. Tahir Hewramî di berdewama axavtina xwe de ragihand, dema navendeke nûnertiya Kurdên li derveyî welat hatiye, çawa ku Cihû, Ermen û Yewnanan bi heman şêweyê xwe li Ewropa bi rêxistin kirine.
Wê cihê sereke yê Navenda Diyasporaya Kurdî li Almanyayê be lê li Holanda, Belcîka, Fransa, Awusturya û Fînlandê jî wê dezgeh bêne damezrandin û yekdengiya Kurdên her çar parçeyan pêk bîne.
Em di derbareyê armanc û xebatên Navenda Diyasporaya Kurdî de, bi berpirsyar Tahîr Hewramî re axivîn.
– Pêwîstiya Navenda Diyasporaya Kurdî Çawa Derket Holê?
Ez ji aliyê Baregeha Barzanî ji bo avakirina Navenda Diyasporaya Kurdî li ser gotina Serok Barzanî hatime peywirdarkirin. Bi vê mebestê bi beşdarbûna Kurdên li welatên Ewropa me çend civîn lidar xistin. Me ji wan daxwaz kir ku beşdarî platformê bibin û me raya wan wergirt. Gelek partî, rêxistinên serbixwe û kesayetên Kurd beşdarî van civînan bûn.
Armanca Navenda Diyasporaya Kurdî, bêyî girêdaneke partî an jî rêxistinekê, xebata Kurdistanî ya li bin Alaya Kurdistanê ye û em dixwazin platformeke ‘projeya neteweyî’ ava bikin. Em dixwazin wek diyasporayên Yewnan, Filîstîn, Ermenî û Cihûyan ji bo yekitiyê, platforma neteweyî damezrînin. Me xebatên xwe li ser vê stratejiyê dan dest pê kirin. Wek ku hûn jî dizanin ji ber Şewba Coronayê xebatên me li gor planên me birêve naçin. Lê çi ji destê me tê, em dikin. Kurdên li diyasporayê eleqeyekê mezin nîşanî projeyê dan. Ji ber ku ev proje, bêyî girêdana çi partî û rêxistinekê, bi piştgiriya dilî ya Serok Barzanî dixwaze platforma neteweyî ya Kurdan ava bike.
– Armanca Navenda Diyasporaya Kurdî çi ye?
Em dikarin bi çavê mozaîka Kurdan temaşeyî vê platforma neteweyî bikin. Kurdên li Ewropa, DYA, Libnan, Rûsya û yên li welatên din jî dijîn dikarin beşdarî platformê bibin. Armanca platformê ya sereke avakirina yekitî û bihevrabûna Kurdan e. Platforma me dixwaze dengê xwe bigihîne her Kurdekî li derveyî welêt dijî. Em dixwazin di her xebat û çalakiyan de bêyî ala û nûnertiyên partî û rêxistinan tenê bi Alaya Kurdistanê, li ser nirxên neteweyî yekdengiya Kurdan damezrînin. Di her kar û xebatên bi navê Navenda Diyasporaya Kurdî de wê tenê Alaya Kurdistanê bibe sembola me.
– We heta niha li kîjan welatan xwe birêxistin kir? Wê rêxistinbûyina we li ser çi bingehê be?
Her Kurdekî li diyasporayê dixwaze xebat û çalakiyên ji bo Kurd û Kurdistanê tên kirin, di bin yek alayê de û bi dirûşma yekitiya neteweyî be. Li ser vê esasê em ê li hemû welatên ku Kurd lê dijîn cîhên Navenda Diyasporaya Kurdî vekin. Piştî ku me cîhên xwe li wan welatan vekir, em ê konferansekê amade bikin û program, armanc, stratejî û xebatên Navenda Diyasporaya Kurdî diyar bikin. Û em ê di konferansê de plana çalakiyan amade bikin, xebatan bi yekrêzî û yekdengî bimeşînin. Me ji bo dirustkirina bername û rêznameya Navenda Diyasporaya Kurdî, Lijneya Şêwirmendiyê ava kir. Piştî xebatên Lijneya Şêwirmendiyê bidawî bûn û me rêxistinên xwe ava kirin em ê konferansê damezrînin. Em ê di vê konferansê de biryara bername, rêzname, xebat, stratejî, plana çalakiyan û şêweya rêxistinbûnê bidin. Navenda Diyasporaya Kurdî xwe li Holanda, Belcîka, Fransa, Awusturya, Fînland û Almanyayê bi rêxist û navendên xwe vekir. Em ji bo vekirina navendên li Britanya, Swêd, Danmark, Norwêc, Îtalya û Îspanya xebatên xwe birêve dibin. Wê navenda platformê li Almanyayê be.
– Divê ji bo çi Kurd beşdarî Navenda Diyasporaya Kurdî bibin? Hûn soza çi didine wan?
Di bernameya Navenda Diyasporaya Kurdî de me qala erk û armancên xwe kiriye. Wê navenda me bibe bersiva gelek pirsan û wê di bin siya navendê de gelek rêxistin bêne avakirin. Wê rêxistinên jin, ciwan, hunermend, dadnas û hwd. ava bibin. Bi taybetî wê li navendên me pisporên ji bo ku bi pirsgirêkên Kurdan yên civakî, yasayî, dadî, tendirustî re mijûl bibin her dem amade bin. Wê ji bo pêşxistina zimanê Kurdî û perwerdehiyê, bernameyên taybet yên ji bo zarokan hebin. Em li ser vê mijarê bi zimannas û mamosteyan re axivîn. Koma pisporan li ser perwerdehiya zimên û çandê dest bi xebatan kirin. Ji ber Vîrusa Coronayê em niha nikarin dibistanan damezrînin lê belê em niha li ser xebata perwerdehiya zimên ya onlîne dixebitin. Em giringiyeke mezin didine çand û folklora Kurdî. Wê xebatên me yên taybet ji bo zarok û ciwanan hebin. Bi taybetî em ê piştgirî bidine xwendevanan. Em ê hewl bidin ku ciwanên Kurdan jî cîhên xwe di nav Meclîsa Navneteweyî ya Ciwanan de bigirin. Ji bo ku ciwan bi xwe bernameya xwe damezrînin em ê bi beşdarbûna ciwanên Kurdan yê ji her çar parçeyan konferansekê lidar bixin. Wê kar û xebatên me yên taybet ji bo jinan jî hebin. Bi kurtasî em ê dengê xwe bigihînin hemû nifşên civaka Kurdan ya li diyasporayê û em ê rêxistinên ji bo çareserkirina pirsgirêkan ava bikin.
- Ji ser referandûma Serxwebûna Kurdistanê re 3 sal derbas bûn. Me dît ku di dema referandûmê de welatên Ewropayî piştgiriyeke mezin nedan Kurdan. Li ser vê meseleyê rexneya kêmiya xebatên lobiyê tê kirin. Hûn ê wek Navenda Diyasporaya Kurdî xebatên lobiyê bikin?
Bê guman. Kurdên li diyasporayê piştgiriyeke mezin nîşan dan ji bo referandûmê. Berî referandûmê û piştî referandûmê jî Kurdan li gelek deverên Ewropayê bi meş û çalakiyan, piştgirî dane referandûmê.
Bê guman di warê dewletan de kêmasiyê me hebûn. Ku em Kurdên li diyasporayê dengên xwe bikin yek û di yekrêziyê de hêza xwe bicivînin, em dikarin li ser biryarên YEyê bandorê bikin. Her çiqas pêdiviya me bi wan heye, pêdiviya wan jî bi me heye. Heger em li Ewropayê hêza xwe bikin yek em dikarin bibin navendeke xurt. Pêdiviya partiyên Ewropayî di dema hilbijartinan de bi Kurdan heye. Ku em xwe bigihînine wê hêzê û em bikarin bi partiyên Ewropayî re lihev bikin û bikarin di nav wan de cîh bigirin, xebatên lobiyê û dîplomasiyê bikin. Ez dikarim bêjim me bi navê Navenda Diyasporaya Kurdî dest bi xebatên lobiyê kiriye. Bi taybetî em ciwanên ku di zanîngeh û akademiyan de dixwînin amade dikin ku di nav partiyan, rêxistinên hukmî de cîh bigirin. Em ê piştî çend salan berhemên van xebatan bibînin. Wê lobiyeke Kurdî ya ku ji bo her çar parçeyên Kurdistanê xebatê bike derkeve holê.
Wek mînak; diyasporaya Ermenî ji bo avakirina Dewleta Ermenistanê di warê navneteweyî de gelekî xebitîn. Her wiha Cihûyên li diyasporayê jî ji bo avakirina Dewleta Îsraîlê gelek ked dan. Lobiya diyasporaya Filîstîniyan jî heye. Yek ji armancên stratejîk yên Navenda Diyasporaya Kurdî jî avakirina lobiyeke xurt ya Doza Kurdistanê ye.
Em dixwazin sermayedar û bazirgazên Kurd yên li Ewropayê jî bigihînin hev ku bi hev re kar û xebatên hevbeş bikin. Lê em hîn niha di asta amadehiyê de ne. Wê di vî warî de jî xebatên me hebin.
- Rayên hikûmet û aliyên siyasî yên wan welatên ku hûn Navenda Diyasporaya Kurdî dadimezrînin çi ne?
Yasayên rêxistinên civakî yên dewletên Ewropayî hene. Em jî wek navendeke sivîl û demokratîk bêyî partiyeke siyasî xwe birêxistin dikin. Em li her welatî li gor yasa û zagonên wan navendên xwe ava dikin. Bi çi awayî be jî em naxwazin yasayên wan welatan binpê bikin. Wek her neteweya li diyasporayê mafê Kurdan jî heye ku bi legal rêxistinên xwe ava bikin. Em ê di navendên xwe de li gor bingehên demokratîk çalakiyên xwe lidar bixin. Em ê rê nedin tundûtujî û nijadperestiyê. Heger meriv li gor yasayên wan welatan xwe birêxistin bike û li ser rêya demokrasiyê bimeşe wê hikûmet jî razî bibin. Ji ber ku em bi avakirina van navendan dê hewl bidin ku Kurd entegre bibin, bixwînin û bibin xwedî kar.
– Bangawaziyeke we heye ji bo ku Kurd beşdarî Navenda Diyasporaya Kurdî bibin?
Bangawaziya min li hemû xwuşk, bira û federasyonan e. Êdî dema me jî hatiye ku wek neteweyên din em jî ji bo doza welatê xwe bibin yek û bi hev re bixebitin.
Wek Navenda Diyasporaya Kurdî, deriyên me ji bo her kesê ku ji bo doza Kurdistanê têdikoşe û Alaya Kurdistanê nas dike re vekiriye. Li ser van esasan em amade ne ku alîkariyê bikin û hûn jî alîkariya me bikin. Alaya Kurdistanê yekane sembola me ye. Her kesê ku dixwaze di bin Alaya Kurdistanê de bixebite bila serseran serçavan werin.
Em bangawaziyê li hemû rêxistinên bi navê Kurdan hatine damezrandin jî dikin. Em dixwazin bila Kurd yekdeng bin. Rêza me ji bo hemû rêxistin û parçeyan heye. Lê belê êdî em naxwazin parçe parçe bin û enerjiya xwe têk bidin. Em dixwazin mozaîka Kurdan ava bikin.
Stratejiyeke Navenda Diyasporaya Kurdî jî ew e ku nûnertiya hemû parçeyên Kurdistanê bike û nehêle hîç kes û rêxistin li derveyî navendê bimînin.
Em ê piştî demekê bi beşdarbûna federasyon û navendan konferansekê lidar bixin. Wê yekitiya neteweyî û avakirina nûnertiya Kurdan li diyasporayê bibe armanca me ya sereke. Em ê bi vê konferansê pêşî li parçebûna yekdengiya Kurdan bigirin û bibin xwediyê rêxistineke xurt.