Di civatan de bikaranîna navê kesan
Vê sibehê pirsek ji xeberbêjê televizyona kurdî ya Tehranê bo min hat:
”…li ser peywendîya mirovan li civakên rojavayî nemaze li Swêdê mirov di civakê de dema bangî hev dikin, bi nav an bi post û kar bangî hev dikin?
Wek mînak doktorek bi navê xwe tê bangkirin an bi posta xwe?”
Bi rastî ev babet girîng e. Spas ku rêzdar Cemşîd hanî bîra min.
Rastiya vê pirsê weha ye:
. Dema mirovek nû tê dinyayê, rût tazî tê û tenê pê re genê dê û bav hene, piştre jî navek lê tê dayin. Mînak, eger kur be: Navê wî datînin AZAD.
Azad dema givrokî dibe, diçe dibistanê û dixwîne. Dema dibe 20-22 salî, mesela dibe endazyar.
Li welatên pêşketî, bi çu rengî navê postê Azad nayê gotin. Civaka wan welatan her dibêje AZAD. Lê dema behsa pîşeya Azadî bête pirsîn, hêj tê gotin ku Azad endazyar e.
Li welatên Ewrûpayê, xasma li herêma Skandinavyayê di civatê de tenê navê kesên xwedanê post tê gotin.
Xasma li Swêdê, Norweç û Danîmarkayê, eger serokwezîr be jî xelk navê wî hildide. Dema pê re dipeyivin jî, jê re dibêjin DU (tu).
Ez gelek sal di nava bizişkên Nexweşxaneya Xaça Sor de mame, wekî din jî bi dehê caran ketime semîner, konferans û civînên taybet. Herweha du dostên min ku dîplomatên Yekîtiya Ewrûpayê ne jî hene. Em gelek car bi hev re û bi malbatî jî rûniştine. Dema swêdî bi hev re dibeyivin, navê hev dibêjin. Dema bi min re jî dipeyivin, navê min hildidin û ez jî (li gor kultura wan) tenê navê wan dibêjim.
Gelek car ez ketine civîn û kongreyên Sendîkaya Nivîskarên Swêdê. Dema bangê yekî dikin tenê navê wî dibêjin. Lê ji bo hin kesên salxur peyvika birêz/rêzdar bikartînin.
Lê belê li welatên dinyaya duyem û ya sêyem, gotina navê kesên xwedîpîşe eyb û şerm tê pejirandin. Pêşî xeysetnavên weke doktor, muhemdiz, profesor, serok û peyvên wisa têne gotin.
Binavkirina kesan ji aliyê civakê ve bi xeyset û pîşeyên wan, nîşana lipaşmayînê ye û xavîtiya civatê eşkere dike.
Lê hin xeysetên ku di nava civata Kurdan de rûniştine û bûne wek kultur, nayên terikandin. Wek gotina mele, şêx, seyid, axa, beg, mîr û hwd. her berdewam in.
Di van 50-60 salên dawîn de li Bakûrê Kurdistanê, ciwanên Kurd gelek peyv ji Çanda Tirkî wergirtine û di nava kurdî de, hem jî bi peyvên kurdî bi kar tînin. Weke ji kesekî tenê re dibêjin ”we/hûn” hwd.
Endamên civata zana û pêşketî, herweha ya xweneda û zana, dema bi civatî rûdinin, tev navê hev dibêjin. Lê dema radibin diçin karê xwe, endazyar diçe ser endazyariya xwe, doktor diçe ba nexweşê xwe, mamoste diçe ba şagirdên xwe, profesor diçe zanîngehê û her kes karê xwe dike.
Ez ê nivîsa xwe bi axaftina melayekî ku bi telefonê bi min re dibeyivî bi dawî bikim:
. Melayek telefonê min kir û serê gotina wî û binê gotina wî ev bû: Hûn çewanin? We çi kiriye…
Min gotê:
. Melayê hêja. Ji min re bêje TU çewayî? TE çi kiriye?
Gote min:
. Ez rêz ji cenabê te re digirim lewra wisa dibêjim.
Min ev jê pirsî:
. Dema tu li mizgeftê wek îmam li pêşiya civatê nivêj dikî, piştre hûn tev dua dikin. Tu dikarî ji Xwedê re bêjî: Ya Rebî, HÛM me ji siqûmatan biparêzin! Yarebî WE vî barê giran li me kiriye, em qels in!
Mela got, NA.
Min jî got:
. Dema tu ji min re bêjî TU/WE û ji Xwedê re bêjî TU/WE, li min dibe niheqî.
Xwedayê mezin zanîneke pilebala têxe nava Neteweyê Kurd, da ew jî karibin cilika xwe ji avê derxin.
18/ 09/ 2020
Zeynelabidin Zinar