Civak
Navbera hêzên rejimê û YPGê de şer derket
Li gora agahdariyên ji herêmê tên di navbera hêzên rejima Suriye û hêzên YPGê de li Hesiça û Qamîşlo şer derketiye û hata demekî dirêj şer berdewam bûye.Herweha îro sibehî li hinek deverên Qamîslo jî di navbera hêzên rejimê û YPGê de şerek bûye û li gora nûçeyên ji cih tên heta niha 11 kes ji hêzên rejimê û 7 çekdarên YPGê jiyana xwe ji dest dane. Gelek birîndar jî hene. Gora tê gotin li xalek ya kontrolê ya Hêzên rejimê li ser êya Hesîça Û Qamîşlo, hinek ciwan hatine girtin û ew yek bûye sedema şer di navbera herdu aliyan de.Wek tê zanîn bajarê Hesîça û Qamişlo hêzên rejima Suriye û YPG bi hevre kontrol dikin. Li herdu bajaran jî hinek cih di destê Rejimê de ne û hinek cih jî di destê YPGê de ne.