Cîhan

NATO Daxwaza Tirkiye pejirand

Wezîrê Derve yê Elmanyayê diyar kir ku NATOyê li ser daxwaza Tirkiyê hinartina sîstema sarûxên Patriotan ji bo parastina Tirkiyê ku li nêv axa Tirkiyê bi cih bibin pesend kir.

Di vê derbarê de sekreterê giştî yê NATO yê Anders Fogh Rasmussen axaftinek kir. Anders Fogh Rasmussen di axaftina xwe de got: Li ser daxwaza Tirkiye me biryara cihkirina  sarûxên Patriotan li Tirkiye pejirand.

Armanca me ne êrîşkirina kesekî yan jî welatekiye. Armanc tenê parastina Tirkiye ye. Eger hinek welat bixwazin êrîşê Tirkiye bikin bila qet vê yekê di hizrên xwerê jî derbas nekin.
 
 

Back to top button