Namzetê Huda Parê serdana DEMê kir
Parlementerê û Namzetê şeredariya Batmanê (Êlihê) yê HUDA PARê Serkan Ramanli û Namzedê hevserokatiya şeredariya Êlihê yê DEM Partiyê Mehdî Oztuzun; Maça Lîga 3yemîn a TFFyê ya di navbera Batman Petrolspor û Zanîngeha Anadoluyê da bi hev ra di yarîgehê detemaşekirin.
Ramanliyê dîmenên parve kir ev daxuyanî da:
“Yarigeh bi rengên xwe yên cuda xweş in. Trîbun navekî din ê biratiyê ye. Stand bi baskên xwe, Vîkîng û hemû rengên xwe yên me ne. Serkeftin û windahî tên û diçin, ya ku dimîne biratiya me ya pîroze.”
Ramanli û Oztuzun li fotbolê temaşe dikin
Namzedê Hevserokê DEM’ê yê Êlihê Mehdî Oztuzun li ser tweeta ku Teşkîlata Parêzgeha Êlihê ya DEM’ê ragihandibû ku ji ber ku wî li maça Batman Petrolsporê li kêleka namzetê HUDA PARê Serkan Ramanli temaşe kiriye lêpirsîn ji aliyê DEMê ve di derbarê wî de hatiye destpêkirin, û got:“Pêdivî ye ku ew raya giştî agahdar bikin. Eger daxuyanî neyê dayîn divê ez daxuyanî bidim.”
Di daxuyaniyê de Oztûzûn ji ber ku bi Ramanli re mil bi mil li maçê temaşe kiriye hat rexnekirin, hat îdiakirin ku ev wêne bûye sedema hêrsa baregeha partiyê û hat ragihandin ku ev rewş ji aliyê lijneyên pêwendîdar ên partiyê ve tê lêpirsîn.
Di hilbijartinên pêşwext ên Partiya DEM’ê ya Êlihê de Mehdî Oztûtûnê ku parêzerê Ocalan bû, ji sedî 80’ê dengan bû namzetê hevserokatiyê.
Di ANF de ku medya PKKê ye, daxûyaniyek li ser navê Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê hate ragihandin û helwesta berbijêrê DEMê bi xirabî nirxand û ev wek: ‘Êrîşa vekirî ya li dijî xeta azadiya jinê’. Nirxandin.
Di heman derbarê de Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) daxûyaniyek ragihand û got: “Parastina xeta azadiya jinê îlana şerê taybet e.”
Mehdî Oztuzun li ser vê yekê daxuyanî da û got, “Kêmasiyên me hebûn. Ji ber vê yekê em lêborîna xwe ji gelê xwe dixwazin û xwe rexne dikin.”
Mehdî Oztuzun
Oztuzun piştî vê daxuyaniyê daxuyaniyeke din da û got, “Pirsgirêk ne hevserokatî û dijberiya têkoşîna azadiya jinê bû. (…) Ev jî hêrseke sinifî bû. “Ew îtîraza gelê me li hember xwedawendên siyasî, grûp û siyaseta peymanker bû,” wî got, û got ku “me helwesta heyî girt ji ber ku me pêwîstî dît ku em berpirsiyariyê bigirin da ku pêşî li rewşên xeternak ên ku dibe û zirarê bidin.”
Hat zanin ku, demekî Mehdî Oztuzun di çerçoveya doza KCKê de hatiye girtin û Serkan Ramanlê wek parêzer doza wî girtiye ser mile xwe û ew parastiye.
Di van nîqaşan de jî lîsteyên dawî yên hilbijartinên herêmî yên 3’ê Adarê hatin eşkerekirin.
Li Êlihê dema ku Gulistan Sûnûk bû namzeta fermî ya Partiya DEM’ê, Mehdî Oztûzûn bû namzetê hevserokatiyê.
Her çend namzed bi dawî bûn û ketin rûpela hilbijartinê jî, derbarê posta li ser rûpela X a Rêxistina DEM Partiya Parêzgeha Êlihê de ti daxuyaniyek nû nehat dayîn û post nehat rakirin.
Öztüzün da zanîn ku ger post neyê rakirin yan jî daxuyanî neyê dayîn dê hin daxuyaniyan bide.
Dema 29ê Sibatê hevseroka DEMê Tûlay Hatîmogûllarî sardana Batmanê kirî , Öztüzün tevlî gera wê nebû.
Hevseroka DEMê daxûyaniya xwe de dibêje: Partiya ku, derbasbûyê xwe re rûbi rû nebe em wek muhatabek siyasî nabînin.
Niha jî Ramanli sardana ofisa hilbijartina ya hevrikên xwe kir û sardana ofisa DEMê jî kir, û li wan Kurdî axivî û serkeftina wan daxwaz kir.
Dixweyê Ramanli bi vê helwesta xwe nefesek cuda di siyasetê de peyda dike.