Cîhan

Nameyeke vekirî bo serokpartiyên Swêdê

Partiya Çep dixaze 16ê adarê bibe roja navnetewî bo nehêla çekên komkuj

                                                       
Lars Ohly serokê Partiya Çepa swêdê û Anki Ahlsten sekretera Partiya Çepa Swêdê di nameyeke vekirî de daxazê ji serok û sekretrên partiyên Swêdê dikin ku ji bona ku 16ê adaraê, roja kîmiyabarana bajêrê Helbeceyê, bibe roja navnetweî ji bo nehêlana çekê kîmiyayê, bi hev re bixebitin.

Partiya Çep di nameya xwe de dibêje: Di roja 16ê adara sala 1988ê de, leşkerê hovê Sedam Hisên bajêrê kurdan Helebce bombebaran kir û di encam de zêdetirî 5000 hezae mirov çehêd û nêzîkî 7000 kesan jî birîndar bûn. Heta roja îro jî şûnwarên wê êrîşa çekê kîmiyayî li ser deverê heye. Em hemû dê hertim Helbceyê li bîr bînin.

Partiya Çepa Swdêdê hewesa di nameya xwe de dibêje: Partiya Çep bikaranîna çekê komkoj bi dijwarî çermezar dike. Bila zêdetir ruha mirovan bîleheq neçe. Êdî bila Halabja, Darfur, Guernica och Dachau dûbare nebin.

Partiya çepa Swêdê sê daxazan di nameya xwe destnêşan dike.

1- Swêd ji bo kur oja 16ê adarê bibe roja navnetwî ji bo nehêlan çekê komkujî bixebite
2- Divê ker ji bê wê yekê bê kirin ku tezmînat ji xelkê Helebcere bê dayîn û bi jîyana civakî ya normal ve dîsan bên guncandin.
3- Dewletên rojava beûdariyê di avakirina Helebceyê de bikin û erd û axa Helebceyê ji gazên jehrî paqij bikin.

Partiya Çep bi hêviye ku hemû partiyên parlamentoya Swêdê piştgîriya daxazên li jor  bikin û em bi hev re vê  dosyeyê bibin bo Neteweyên yakgirtî NY û li ser bixebitin.

 

Back to top button