Nameyek vekirîji ji Emerîkê Serdar

Tê kivşê tu pey rêç’a bavê xwe diçî, ku bi fikrê xweye dijîkurdava eyan bû.
Hûn bloga xwe ya Facebook-ê da bi zimanê ermenî dinivîsin, ku kurdê musulman Bakûra Îraqêda berî êzidya didin, wana ji cîyê wana derdixin. Ez ji wê yekê destpê bikim, ku temamiya cîhanêda (evê yekê zanibin!) wê herêmêra dibêjin Kurdistana Îraqê.
Lê ez ecêbmayî namînim! Bona Tûrkiya û Ermenîstanê têrmîna “Kurdistan” tabûye û dewsa wê herdu welat berk têrmîneke mayîn kar tînin – “Bakûra Îraqê”.
Em pêşda herin. Çira hûn nizanin, ku navça Sîncarê (Şengalê), li ku hîmlî êzidîyê Îraqê dimînin, nakeve nava sînorê herêma Kurdistana Îraqê? Gelo hûn haj pê nînin, ku gava çend sala pêşda navça Sîncarêda faşîstê tirk û ereb têrora mezin kirin, rûê çida weke hezar êzdî qir bûn.
Hukumeta herêma Kurdistanê û Prêzîdêntê wê Mesûd Barzanî çend hezar pêşmerge şandin wêderê bona parastina êzidiya û nehêlin êzidî bi masayî ji wêderê herin? Lê hûn dinivîsin, wekî kurdê musulman zorê didine êzidiya û dicedînin ewê navçê ji êzidya temizkin! Ew seyasetya nasîonalîstê ermenyaye tradîsîone, ku çend sedsalîê axirîêda cedandine varvêşîê bikne navbera kurdê musulman û kurdê êzdî û wana rakine rûyê hev.
Telebextra, gele cara ew yek wanra li hev hatye. Lê niha ew wext nîne. Gelê me bi tomerî hildayî nêt û meremê ewê siyaseta kirêt rind fem dike, xênji çend şivan-gavanê nexwendî, ku bona nasîonalîstê ermenî bûne bingeh. Gelo ew yek derheqa vê yekêda şedetîê nade, ku Ermenîstanê da êzdî qebûl kirine çawa miletekî başqe, zimanê “êzidkî” hesab kirine çawa zimanekî başqe û ew yek parlamênta Ermenîstanêda dane derbazkirinê? Ew jî wî çaxî, gava eva yeka kurdzanê temamya cihanê ecêbmayî dihêle.
Hûn bangî Ermenîstanê dikin, ku her tiştî bike û nehêle êzdî ji Bakûrê Îraqê herin. Çiye, hûn ewqasî ber êzidiyê Îraqê dikevin? Eger erê, lê çira usa xemxur nînin bona êzidîyê Ermenîstanê? Ne axir ew olkeke kêmjimar nîne, lê wekîlê wê parlamênta Ermenîstanêda tune. Eger hûn hûmanîstekî ewqasî dilovanin, bira wî çaxî partîa we navê êzdîkî bike nava lîsta xweye berîhilbijartinê, ew jî cîkî usa, ku ew êzdî karibe bê hilbijartinê çawa dêpûtatê parlamênta Ermenîstanê. Gele cara partiya we navê êzidya dikine nava lîsta xwe her tenê bona wê yekê, ku dengê êzdya qazanckin, lê ne bona êzdî bêne hilbijartinê, çimkî navê wan lîstada cîê usadanin, ku nikarin bêne hilbijartinê.
Tiştekî mayîn jî. Çira hûn dengê xwe bilind nakin, ku organêd hukumetêda wekîlê êzidiya kar bikin, ne axir paşî ermenya bi jimara xweva êzdî olika Ermenîstanêye dudaye? Ne axir komerêda tu karmendekî êzdî tune! Ew jî wî çaxî, gava parlamênta Kurdistana Îraqêda dêpûtatê ermenî heye, bajarê Zaxo û gundê der-dorêda mektebê ermenya kar dikin, Hukumeta herêma Kurdistanê bi kîsî xwe avayê mektebê ermenya û dêrê ermenyaye teze çêdike. Lê gava Îraqêda têrorîzm gumreh bûbû, ermenîê bajarê Îraqêye mayîn revîne Kurdistanê, dîwana cî ew bi dil qebûl kirin û wêderê ewana bi guman sitar bûn.
Xulese, çend meha pêşda nêzîkî bajarê Yêrêvanê Sovêtaşênêda ermenîkî serê jineke êzdî jêkir, lê derheqa wê qetla giranda ne rojnemê we, ne têlêvîzîona we, ne jî partîya weye seyasetîê û rêxistinê civakî qe dengê xwe nekirin! Hûn ha xemxurin bona êzdya û berjewandîê wan? Axir çetin nîne têderxin fikra we çiye û çi meremê weye dûr û dirêj hene: du parê gelê me (surmana û êzdya) rakine rûê hev û vî cûreyî hûn bigihîjne armanca xwe.
Min dikaribû gele mesele bianyana. Lê ew çi ku min anye, derheqa gele tiştîda dibêje. Nha hûn hatin bawerkirinê em haj armanca we hene?
Emerîkê Serdar
Nivîskarê kurd, rojnemevanê Ermenîstanêyî emekdar