Çerkez Ethem ê ji destpêka şerê cîhanê yê yekemîn û heta damezirandina meclîsa nû ya Tirkîyê şerê serhildanên dijî meclîsa nû û Atatürk kir. Piştre ji bo ku beşdarî artêşa meclîsa nû nebe li dijî meclîsa nû serî hilda û têk çû, revîya Urdunê û di 1948an de li wir mir. Çerkez Ethem bi xwe Çerkez e û di dîroka komara Tirkîyê de xwedîyê cîhekî taybet e. Derket holê ku birayê mezin ê Çerkez Ethem Reşîd Bey, ji Mistefa Kemal re nameyek bi sernavê “Zulmê li Kurdan nekin hûn ê welat parçe bikin” nivîsandiye.

Reşîd Bey, birayê mezin ê Çerkez Ethem ê ku di sala 1921an de di Meclîsa yekemîn a Tirkîyê de parlamenterê Saruhanê (Manîsayê) bû, ji Mustafa Kemal re nameyek bi sernavê “Zulmê li Kurdan nekin, hûn ê welêt perçe bikin” nivîsîye. Reşîd Bey, di 8ê Çileya 1921an de dema ku wek xayîn hat îlankirin, ji wezîfeyê hat daxistin. Ew bi salan li Emmanê jiya û di her firsendê de dijberîya xwe ya li dijî rejîmê anî zimên, ji ber ku ew di lîsteya 150an a piştî Lozanê de hat ragihandin. ‘Nameya vekirî’ ya Reşîd Bey, bi zimanê Erebî di rojnameya “El-Kabes” a Şamê de derketiye û ji alîyê Midûrîyeta Giştî ya Çapemeniya Wezareta Karên Derve ve hatiye wergerandin.  Di dema nivîsandina nameyê de raya giştî ya Tirkîyê di nava du bûyerên krîtîk de bû. Yek li Rojhilat û ya din jî li Rojava. Ya yekem damezrandina Partîya Azad e ku di siyaseta Tirkîyê de bahozek mezin gerand û ya din jî 5 serhildanên Kurdan e ku li pey hev derketin. Name di hawîrek ku li rojava bayekî nû yê hêvîyê pêxist, hêvîya ku gel ji CHPê xilas bibe de hat nivîsandin û li rojhilat serhildana Kurdan a herî mezin li Agirîyê pêk hat.

Wek çareya dawîn, Reşîd Bey ji Atatürk re ‘vebûna Kurdî’ pêşniyar dikir. Wî got ku hûn nikarin bi tundî, zilm û zordarîyê Kurdan bînin ser heqiyê û got:

“Yekane çareserî ew e ku hikûmetek nerm bê ser desthilatê û maf û azadîyên her du miletan bidin wan. Eger ev yek pêk bê wê Tirkîye ji parçebûnê rizgar bibe“. Hinek ji naveroka nameya Reşit Bey: “Li gor tiştên ku min bihîstine û dîtine, ez dikarim bêjim ku rewşa niha ya ku hem li dijî dilsozîya Kurdan a bi ol û hem jî li dijî wijdanê raya giştî ye, vî miletê hêja dikişîne nava xeter û şeran. Li vir xwîn tê rijandin, giyan diherike, çavbirçîtî şiyar dibe, evîna tolhildanê di dilan de cîh digire. Li meydana ku welatê min ber bi hilweşînê ve diçe. Her wiha rojnameyên Tirk ên nezan û bêhiş vê serhildanê tenê li ser çend kesên muxalîf sûcdar dikin. Ne hewce ye ku delîlan bînin Gelo hûn fikirîn ku serhildana Şêx Seîd (1925), ku di encamê de tundî, despotîzm û rêbazên cuda yên qirkirinê û îdamkirina giregirên Kurdan – Seyîd Abdulkadir jî di nav wan de bû – wê bibe sedema serhildanek duyemîn, lê guman hebû ku Kurd wê nikaribin zilmê bikin? Tolhildana Kurdan jî wê bi tundî be. Ne hewce ye ku ji dîrokê delîl bên anîn, lê ev serhildana dawî jî nîşan dide ku sînorên kuştin, zilm, tundî û tunekirinê (tenkil) hene.

Kurd ku nîvê nifûsa 15 milyonî ya welatê me pêk tînin, ji mêj ve li bajarên xwe yên dewlemend dijîn, siyaseta ku we meşandiye welatê wan parçe kiriye. 

Welat wêran û westiyaye 

Lê min gelek caran û bi taybetî ji we re rave kir ku êrîşkirina kevneşopîyên Kurdan û tiştên ku ji alîyê olê ve pîroz in, wê bibe sedema hilweşandina welatê me. Lê tê dîtin ku serokê hukûmeta me (Îsmet Paşa) û hevalên wî, bi serhişkî jî, li ser netewperestîya Tirkan û wêrankirina welêt israr dikin. 

Ey Gazî, berpirsyarîyek mezin heye ku tu niha ji vê derfetê sûd werbigirî.

 1. Miletê Kurd yê mêrxas îsraf nekin (neçin) û nehêlin ku dijminatîya li hemberî wî berdewam bike.

 2. Ez ditirsim ku dîrok hebûna me ya berê tomar kiribe. Ez xemgîn im ku welat ji ber gunehên we parçe bûye. Ji bîr nekin ku navdarîya herî mezin û mayînde ew îtîbara ku dîrokê tomar kiriye. Xwezî ey Paşa, tiştê te heta niha kiriye û gotiye te ji nav û dengê dîrokî bêpar dike. Lê îro we derfetek mezin heye ku hûn vê yekê veguherînin. Ji bo bîskekê, divê hûn xwe bidin xuya kirin ku hûn mirî ne û hewl bidin ku nav û dengê xwe bilind bikin. Dildarî û esilzadetîya Kurdan ya netewî rê li ber cudabûna wan ji Tirkan digire. Lê bi şertekî: Divê hûn rêveberîyê bispêrin komek nerm û azad a gel. Ger hûn vê yekê bikin, hûn ê azadîya miletên (Tirk û Kurd) yên di bin paraztina xwe de misoger bikin, bextewarîya welatê me biparêzin û bi vî awayî hûn ê di dîrokê de bigihîjin nav û dengekî mezin“.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: