Nakokiyên tirkiye û Fransa li ser Lîbya yê kûrtir dibin

Nakokiyên tirkiye û Fransa li ser Lîbya kûrtir dibin û her yek ji wan piştevaniya aliyeeke wî welatî dike û aliyeke din bi têkdana rewşê tometbar dikin.
Wezareta Berevaniya Fransa li daxuyaniyek de ku roja çarşemê hatiye belavkirin, daxwaz ji Hevpeymaniya Nato hatiye kirin li ser pirsa destwerdanên tirkiye li karubarê Lîbya û her wiha operasyonên li derya ya navîn de helwestek hebe.
Wezareta Berevaniya Fransa li daxuyaniyek de balkişandine li ser wê yekê ku Nabê êdî Nato çavê xwe binûqênê û çavê xwe ji reftarên vê dawiyê ya tirkiyê re bigre.
Heman demî de li daxuyaniyek de Fransa hêzên deryayî yên tirkiye ji nêzîkbûna keştiyeke serbazî ya Fransa li derya ya navîn ya li destpêka vê mehê tometbar kiriye.
Fransa dibêje nabê êdî bêdengî li tevgerên tirkiyê de bê kirin, ji ber ku divê Nato li ser vê pirse bipeyve û helwestek li gel rewşê da hebe.