Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî cara yekemîn li hember hebûna hêzên PKKê li devera Şingalê nerazîbûn nîşan da û ragihand, nabe PKK li Şingalê bicîh bibe. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji televîzyona BBC/Farsî re axivî. Barzanî di beşeke hevpeyvîna xwe de behsa rewşa Kurdistana Bakûr kir û got, “Ez ji ber rewşa li Tirkiyê pir nîgeran im. Em piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê û ji bo ji nûve destpêkirina danûstandinan, em amade ne alîkariyê dibin herdu aliyan…” Serok Barzanî diyar kir ku serdema înkarkirina kurdan bidawî bûye û wiha axivî: “Serdema înkarkirina kurdan bidawî bûye. Ev yek sûdê nade ti welatekî lê divê kurd jî ji bo gihitşina mafên xwe û parastina nasnameya xwe ligel rêveberiyên navendî rêyên çareseriya aştiyane bibînin.” Derbare hebûna hêzên PKKê li devera Şingalê jî Barzanî got: “Nêrîna min ew e ku kurd şerê hev nekin. Lê hinek kom vê yekê nebaş bikar tînin. Ti karekî PKKê li Şingalê nîne û nabe li wê derê bimîne.”Bas
Pêş
04/07/2025
Berdevkê PKKê ragihand: Merasîma çekberdanê dê di 10-12ê Tîrmehê de li Silêmaniyê were lidarxistin
04/07/2025
Ez li ser karê xwe me
Têkildar
Balkêş e ?
Close