Nivîsar

Nabê mirov guh bidê yên baweriya xwe şikênandîn

Em li der dora xwe gelek caran dibînin; dema mirovên ku bawerîya wan di nav civatê de şikestibe, qala bihuştê jî bikin kes guh nade wan. Ji ber ku gelek caran guh dane û di encamê de tu tişt bi dest nexistine. Ancax ew mirovana yan pir dewlemend bin an jî li ber navê wan etîketek hebe, qismekê civatê, ew çi qas xeletî jî kiribin xeletîyên wan ji bîr dikin – pir caran qet naynin ziman jî – û dîsa guh didin wan. Ew rastîyeke me yê civatî ye.

Ew rastî bandora xwe li sîyaseta me jî kirîye.

Rêxistinên derveyî PKK ê gelek caran PKK ê rexne kirine û hîn jî dikin. PKK jî wek mirovên li jor ku min qala wan kir, bawerîya xwe yê di nav rêxistinên din de şikandîyê. Lê dîsa jî ew rêxistinên ku PKK ê bi zamanekî tûj rexne dikirin, gelek caran bi PKK ê re civînan çê kirin û lîstikên yekîtîyê lîstin. Lê encam dîyar bû û tu caran jî tiştek bi dest nexistin.

Îro ev rewş hîn jî didome lê hinkî cuda ye.

Ji alîyekê PYD, wek mirovên ku ji malbata xwe bixeyîdin lê dema tenê man ji bêderfetî dîsa berê xwe bidin malbata xwe, berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Leyla Zana û Osaman Baydemîr jî di nav vê pêvajoyê de cih digirin.

Lê ji alîyê din Selahattîn Demîrtaş bi axaftinên xwe dibe sedemên pirsên wek “Gelo ew bi serê xwe çûne Başûr an biryareke rêxistinîye?” Di heman demê de Hasîp Kaplan, wek ku hevalên wî jî berê gelek caran kirine, di parlamentoya dagirkeran de ji bo “yekîtîya” Kurd û Tirkan xera nebe, wan hişyar dikir.

Li ser axaftina Hasîp Kaplan him gelek tişt heye ku bê gotin him jî êdî mirov eciz dibe heman tiştî dubare bike. Hew dixwazim bibêjim ku axaftina ku wî kir, parlamenterên MHP ê nikarin bikin.

Li ser van bûyeran gelek tişt tên gotin. Hinek bi vê vegera? PYD ê kêfxeş in, hinek jî bi şik li mijarê dinêrin û dibêjin ku ev jî lîstikeke ji bo beşdarîya civîna duyemîn yê Cenevreyê ye.

Bi raya min, mirovek çi qas dewlemend be jî bawerîya xwe şikandibe, divê mirov guh nede wî. Rêxistinek jî çi qas bi hêz be lê bawerîya xwe şikandibe (ji bo me Kurda, ne netewî be), divê li gor kirinên wî û dîroka wî biryar bê dayîn.

Di vê rewşê de, PYD/PKK hîn gavek şênber navêtîye ku mirov karibe pê bawerî bîne û bibêje “ Ewê îcar ji peyva xwe venegere.” Bi ser de hîn jî ew curet bi wan re heye ku dagirkerên xwe hişyar bikin. Bi kurtasî PKK hîn jî di rewşa “zilamê ku bawerîya xwe di nav civatê de şakandîye” de ye.

Loma divê em bi dewlemendîya wî an etîketa li ber navê wî nexapin û di gavên xwe de miqate bin.

Roger Çaxer

 

https://www.facebook.com/roger.caxer

Back to top button