N.Barzanî: Em şerê dewletek terorîst dikin
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, li Hewlêrê pêşwazî li patiryak kardînal Mar Bişare Butros Elraiî patiryakê Antakiya û tev Rojhilta Naverast û serokê civaka patiryakên Rojhilat û serokê kenîseya Maronî û şandeya pê re ku, ji kesatiyên ola mesîhî û hijmareke patiryak û matranên katolîk, kirldan û hijmareke berpirsên saziyên ola mesîhî li cîhan, Îraq û herêma Kurdistanê pêkatibû, kir.
Di civînekê de, ji bona hewandin û pêkeşkirina alîkariyan bo mesîhîyên Mûsil û deşta Nînewayê, şandeya mêvan sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir û got ku, berê jî hikûmeta herêma Kurdistanê mesîhîyên deverên din yên Îraqê ku, ji naveras û başûra Îraqê ji tirsa şer û terorê qesta herêma Kurdistanê kiribûn hewanine û alîkariya wan dike. Şandeya mêvan got ku, wan serdana koçberên mesîhî kiriye û ji nêzîk haydarî rewşa wan bûne û bi çavên xwe dîtin ew koçber li herêma Kurdistanê hest bi rehetî û aramiyê dikin.
Şandeya kirîstiyanan got ku, ew karesata bi serê mesîhîyan û pêkhateyên din hatiye û hewandin û alîkariyên hikûmeta herêma Kurdistanê pêşkeşî wan kirine dê weke raport bi Vatîkan û Waşîngtonê bidin û dê dawxazê ji wan bikin ku, herêmeke parstî ji aliyê navdewletî ve bo mesîhîyan û pêkhateyên din weke êzidî, şebek û tikmenan û hemû pêkhateyên olî û mezhebî yên din dirust bikin, daku ew koçber hset bi emniyetê bikin û vegerin bo ser mal û milkên xwe.
Nêçîrvan Barzanî ji şandeya mêvan re got ku, hatina wan bo herêma Kurdistanê piştgîriye bo hemû pêkhateyên Kurdistan û Îraqê û got:
– Hikûmeta herêma Kurdistanê piştgiriya hemû pêkhateyan dike û ji bo parastina wan ya ji destê hikûmetê bê kêmasiyê nake. Wan pêkhateyan rihên bi hezaran salan li herêma Kurdidstanê hene. Lê ya diqewime ji derveyî îmkanên hikûmeta herêma Kurdistanê ye, hikûmeta herêma Kurdistanê niha şerê rêxistinekê nake, lê belê li gor hemû pîvanan em şerê dewleteke terorîst dikin. Em piştgiriya parastina navdewletî bo mesîhî û pêkhateyên din dikin.
Serokwezîrê got ku, piştî sala 2003ê were hikûmeta Îraqê tu pêngav ji bo pirçekirina pêşmergeyê Kurdistanê neavêtine û Bexdayê biçûktirîn çek ji bo pêşmerge nehinartiye da bikare rûbirûyê terorîstan bibe, terorîstan çekê nû û pêşketî li Îraqê bi destketiye. Îmkanên herêma Kurdistanê yên di warê leşkerî de hene tenê dikare şerê grûpên çekdar pê bike, ne şerê dewleteke xwedî çekê giran û pêşkeftî.
Nêçîrvan Barzanî got ku, nuha pêşmerge êrîş li dijî DAÎŞ dest pê kirine û pêşmerge gelek dever kontirol kirine, lê vî şerî pêwîstî bi hevpeymaniyeke navdewletî heye, ji bona vê jî herêma Kurdistanê digel civaka navdewletî û digel Bexdayê jî hevkariyê dike daku terorîstan derxin. Serokwezîrê Kurdistanê ji şandeya mêvan re got:
– Dengê we li derve gelek giring e û hûn dikarin di warê avakirina hevpeymaneke navdewltî de ji bona rûbirûbûna terorê roleke berçav bilêz in.