Polîtîk

Muxaberatên sûrî dukementa nadin kurda

Emin Eldewle, ya ko beşek ji muxaberatên sûrî ye, lîsteyek ji navan rêkiriye daîra nifûsê ya Tirbespiyê, tê de dibêje ko dana dokumentên nasnamê, yan her çi dokument be, bo van kesan yan bo malbatên wan, qedexe ye..Biryar hîna ne gelkî zelal e, û divê ko mirov orîcînala biryarê bi dest bixe ta ko rastiya wê bizane.

Piraniya navan Kurd in, lê hinek Xiristiyan û Ereb jî hene..Malpera www.kurdwatch.org navên 30 kesî ji esilê 37 kesan bi dest xistiye..Wa xuya ye ko ev kes li derveyî welêt dijîn..Ev navên li jêr li Tirbespiyê xwedê dane yan jî nifûsa wan girêdayî daîra nifûsê ya Tirbespiyê ye..Gelek ji van kesan çalakvanên siyasî ne û hinek jî (KURDWATCH)  tiştekî li ser wan nizane..Herweha malpera kurdwatch dibêje ko ji nêzîk wê navên din ji herêmên din yên kurdan belav bike.

Hêjayî gotinê ye ko berî vê nûçeya kurdwatch ê, dihate gotin ko ev kes nasnamên wan ji wan hatine standin ji ber rikberiya wanî siyasî li dijî rêjîma sûrî..Lê xuya ye li gor vê nûçeya dawî ko dana dokumentan ji wan û malbatên wan re, hatiye qedexekirin.

Tundbûna vê rêjîmê li himber miletê Kurd hemî sînor derbas kirine, û nema tu hesabî ji raya giştî ya cîhanî re dike ji ber helwesta hêzên navnetewî ya qelis, bi taybetî Ewrûpa û Emrîka ko pirsa mafên mirovan êdî ne li bîra wan e, û di têkiliyên xwe bi Sûrya re, berjewendiyên xwe di ser her tiştî re digrin..Bi vî awayî ew jî hevparê vê çewisandinê ne..!

Aslan Xaçik
Bengî Haco
Berces el Şiwêş
Cengîzxan Şêx Umer
Dara Mihemed Mistefa
Dara Mihemed Mûsa
Ebdilbaqî Salih el Yûsif
Ebdilbasit Hesen Hisên
Ebilxefûr Usman
Ehmed Ibrahîm Raşîd
Emîna Ibrahîm Kendî
Hemza el Şiwêş
Iliyas Xelef
Îmad Iskan Ehmed
Kamîran Haco
Mehaz Elwan Heqî
Mesûd Xelef
Mihemed Ibrahîm Reşîd
Mihemed Salih Nûrî el Umer
Mihemed Sefa Heqî
Mihemed Xêr Remedan
Muhtesim Şêxmûs Çelho
Rênas Umer
Ridwan Ebid Mihemed
Riyad Mihemed el Hisên
Serdar Sebrî
Şêrko Ebdilkerîm Ebas
Şêrko Xerbî Ebas
Xalid Elwan Heqî
Xelîl Hesen

Back to top button