Muslim: Li Sûriyeyê çareseriyeke bê Esed zehmet e
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim di hevpeyvîneke xwe de digel bernameyê 32. Roj (32. Gün) got:
– Li Sûriyeyê çareseriyeke bê Esed zehmet e. Herwiha çareseriyeke bê Esed tê wateya kuştina 2 milyon elewiyan.
Salih Muslim da zanîn ku ne wek Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê, lê ew wek Însiyatîfa Kurd dixwazin beşdarîyê di konferensa Cenevre-2 de bikin û got ku, her welatekî acendaya xwe heye û Tirkiye jî di nav de, hinek welatan xwestin ji bo beşdariya kurdan di konferensê de astengiyan derxînin.
Hevserokê PYDê diyar kir ku berî du salan îmkan hebû çareseriyeke bêyî Esed çêbibûna, lê ji îro û şûnde çareseriya rewşa Suriyeyê:
– Bê Esed ne mimkûn e. Êdî hemû Elewî li pişt Esed in, pêdagiriya (îsrar) li ser çareseriyeke bêyî Esed jî tê wateya kuştina 2 milyon elewiyan.
Di bersiva pirsekê de ka gelo têkeliyên PYDê bi rijêma Esede re hene, Muslim got:
– Wextekî nîn in. Yên vê yekê dibêjim îhtîramê ji wan şehîdên me re yên di şerê rejêmê de şehîd ketine nagirin. Em ji Serhildana 2004ê ve li dijî rejêmê şer dikin. Me digel rijêmên tu xaleke hevbeş nîne.