Mûşeka ji Îranê hatiye avêtin û ketiye qada hewayî ya Tirkiyeyê hatiye îmhakirin.

Li gorî daxuyaniyek ji Wezareta Parastina Tirkiyeî, mûşeka ji Îranê hatiye avêtin û ketiye qada hewayî ya Tirkiyeyê hatiye îmhakirin. Ev moşeka çaremîn bû ku hatiye îmhakirin. Daxuyaniya Wezaretê wiha got, “Li dijî her cûre gefên li ser ax û qada hewayî ya welatê me, tedbîrên pêwîst bi biryardarî û bê dudilî têne girtin, û hemû pêşketinên li herêmê bi baldarî têne şopandin, ewlehiya me ya neteweyî tê bi baldarî tê şopandin.”
Wezareta Parastina Tirkiye ragihand ku, mûşekek balîstîk ku tê texmînkirin ji Îranê hatiye avêtin û ketiye qada hewayî ya Tirkiyeyê, ji aliyê hêmanên parastina hewayî û mûşekan ên NATOyê ve ku li Rojhilatê Deryaya Spî hatine bicihkirin, hatiye bêbandorkirin. Hate diyarkirin ku li dijî hemû gefên li ser Tirkiyeyê tedbîrên pêwîst bi tundî têne girtin û pêşketin ji nêz ve têne şopandin.


