Cîhan

Molin: Piştî azadkirina Mûsilê dibe karesatek mezin biqewime

Generalekî arteşa Amerîkayê eşkere dike ku piştî azadkirina Mûsilê dê karesatek mezin li wê deverê biqewime û qirkirina neteweyî û mezhebî, mimkune, çê bibe.General Wilyam Molin ku heta meha hizîrana borî cîgirê serokê operasyonên Amerîkayê li Îraqê bû, di nivîseke xwe de dibêje ku, çêdibe di şerê azadkirina Mûsilê de rêxistina DAÎŞê zû bişkê û pirs dike: Lê piştî azadkirinê dê çi biqewime.Ew generalê arteşa Amerîkayê xuya dike ku dibe Sune ji aliyê Şîyna ve bên qirkirin, Amerîka û Sune gelek xebat kirin ku Şîye (Heşda Şebî) di operasyona azadkirina Mûsilê de beşdar nebin, lê serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî tekîd dike ku Heşda Şebî beşdar dibe. Suneyan tecrûbeyek nebaş digel Şîyan heye, ew deverên din yên Suneyan yên ji aliyê Heşda Şebî ve hatine azadkirin li dijî Suneyan komkujî çêbûne.Ew generalê amerîkayî dibêje ku, pêşmerge ji bakurê Mûsilê beşdar dibe û Tirkye jî, ji bo parastina tirkmenan, di operasyona Mûsilê de beşdar dibe û van hemû hêzan acendeyên xwe hene û dibe piştî azadkirinê karesar biqewime.Weke tê zanîn di hizîrana sla 2014ê de DAÎŞê Mûsil dagêr kir û ew bajêr bi paytexta DAÎŞê tê nas kirin.

Back to top button