Polîtîk

Mohleta kifşkirina berbijêrên serokê herêma Kurdistanê xilas bû

Mohleta ku ji bo diyarkirina berbijêrên serokê herêma Kurdistanê îro demjimêr 11.00 de dawî hat.

Parlementoya Kurdistanê ji bo kes yan jî aliyên siyasî berbijêrên xwe yên serokê herêma Kurdistanê diyar bikin û serî li parlementoyê bidin heta wek roja 15.05.20019 demjimêr 11.00 mohlet dabû. Îro ew mohlet dawî bû. Dema mohletê ji roja 12.5.2019 heta roja 15.5.2019ê bû.
Di vê dema hatî diyarkirin de 5 kesî serî li desteya serokatiya parlementoyê daye û SV yên xwe radestî serokatiya parlementoyê kirine. Du kesên din jî ji bo bibin berbijêr serî li desteya serokatiya Parlementoya dane ,lê heta demjimêr 11.00 jî belgeyên xwe teslîm nekirine.
Li gora yasaya Kurdistanê, piştî berbijêr kifş bibin di nava 3 rojan de divê parlemento serokê herêma Kurdistanê hilbijêre.

Back to top button