Polîtîk

Mixabin di nav YNKê de beşek gihane armancên xwe yên çepel

Berpirsê Desteya Kargêriya Polîtboruya YNKê Mela Bextiyar, di derbarê karasata Kerkûk û helwesta hinek kesan di nava YNKê de daxûyaniyek ragihand. Mele Bextiya da xûyakirin ku ew terka YNKê dike.Daxuyaniya Berpirsê Desteya Kargêriya Polîtboruya YNKê Mela Bextiyar:“Rewşa Kurdistanê gihîştiye qonaxeke metirsîdar, ez dixwazim bi vê peyamê, gelê me yê dildoj û pêşmergeyên qehreman û kesûkarên şehîdan û tevahiya aliyên siyasî agahdar bikim ku;Ez weke xwe, li bendê me ku parlamentoya Kurdistanê yan her komîteyeke dpispor a bê alî, nirxandineke kûr a hemû alî, bi belge ve, li ser gitş bûyeran bike, tevî bûyera karesatbar a Kerkûkê jî, li ser her kes û grûp û aliyekê, her tawanek eger hat selimandin, wê demê divê dadgeh tundtirîn cezayê bide wan. Di nava YNKê de jî bi heman awayî, nirxandin li ser sedemên rasteqîn ên kêşe û bûyerên nava YNKê were kirin. Heta ku encamên nirxandinê bi belgeyên temam ve bûyerên karesatbar zelal neke, tohmet dabeşkirina pêşwext di ragihandin û çavpêlevtinan de ne hêja ye, ku bê guman ew bûyer bê sedem çê nebûne. Her aliyek li gorî giraniya xwe û hemû rayedar jî li gorî pêgeha xwe, pişka wan karesat û bûyeran ber dikeve.Ez weke xwe, ne di van du heftiyan de, belku piştî nexweşketina cenabê Mam Celal, min renceke weke Ferhad kişandiye, hem di nava YNKê de û hem jî di navbera YNKê û PDKê û aliyên din de jî, hevdem di navbera Herêmê û Bexdayê û dewletên herêmê de, daku siyaseteke aqilane û hevseng (bi balans) were bikaranîn. Lê belê mixabin di beşeke berçav a wê siyasetê de, ji ber hin kêmfam û kesên pûç me şikest xwar.Derbarê referandumê de jî min hincet bo rexnefiroşan nehîştiye ku giliyan li helwestên min bikin. Bo cara yekem dibêji: Ez, berdewam di civînên du alî ya YNKê û PDKê û sê alî yên li gel PDKê û Yekgirtû de jî, herwiha di civîna Komîteya Bilinda Referandumê de jî, rijd bûm li ser wê ku em alternatîva referandumê qebûl bikin û li gel Amerîka, Brîtanya, dewletên herêmî û Encumena Asayişa Navdewletî û hikûmeta Iraqê, gotûbêjeke berpirsane bikin, lê belê di nava raya giştî ya gelê me de jî, dilê yek hevwelatiyên Kurdistanê jî ji tekeziya bo mafên demokratîk sar nekiriye. Em heta çend di vê siyasetê de şaş û heta çend jî rast bûbin, weke YNKê bila ez wê jî bi cih bihêlim bo nirxandin û lêkolînê.Cemawerê serbilindê KurdistanêBi vê peyama servekirî ez hemû aliyan agahdar dikim ku:Yekem: Metirsiyeke mezin li ser Başûr û Herêma Kurdistanê heye, ku bibe du îdareyî û du îdareyî jî dê encamên weke şerê navxweyî û destwerdana herêmî û navdewletî ya nexwestî jê tê çaverêkirin.Duyem: YNK, encama pirsgirêkên çaresernekiriyên piştî nexweşketina Mam Celal (pêştir jî) giriftên wê ji binbestê (asêbûnê) nêzîk kirine û metirsiya cudabûneke mezin, gefê li YNKê dike. Keysbaz, xweperst û aqil pûçên nava YNKê û facebookbaz jî ku her mijûlî têkdana derûn û zihniyeta xelkê ne, weke bav û kalan gotine: Diz bazareke têkçûyî heye…, ew kes jî di nava hemû bizav û cemseran de gelek bi naberpirsane, di demên bihorî de bi giştî û di du mehên dawî de bi taybetî, destê wan heye. Di vê rewşa ku YNKê ketiye nav de, ku mixabin beşek ji armancên xwe yên çepel bi dest xistine.Gelê me yê lêqeiwmîDu îdareyî û cudabûna nava YNKê, yan cudabûna nava YNKê û du îdareyî, di vê rewşa piştî karesata Kerkûkê, pêwendiyeke bihêz û tund bi hevdu re hene.Her kurdekî bi şeref û her YNKyiyeke dilsoj eger bixwaze piştî karesata leşkerî ya ku li navçeyên arîşedar (tevî bajarê min ê ezîz Xaneqînê ve jî) hatiye sere me, me nerakişîne nava karesateke siyasî ya tirsnaktir, heq ev e ku dilsojan çi qas li dijî cudabûna Herêmê ne, ewqas jî di xema yekrêziya nava YNKê de bin.Ez radigihînim ku li dijî cudabûna di nava YNKê û du îdareyiyê me. Bi tundî li dijî wê yekê me jî ku ji bilî çareserkirina arîşeyên nava YNKê, ti rêyeke din were bikaranîn, ji ber ez rijd im li ser wê yekê ku organên YNKê, tevahiya desthilata siyasî û hizbî hebin. Ti kesek û ti malbatek mafê wan nebe li cihê organên fermî yên YNKê, biryar bide yan civînê li gel ti aliyekê bike.Hevalên dêrîn û nû yên ku min nas dikin, di ti qonaxekê de min xwe ji berpirsatiyê neveşartiye, lê belê rewşa Kurdistanê û mixabin ya nava YNKê jî wisa lê hatiye ku ez bêjim:Êdî ez nikarim ajeweyê ji ajawegêran qebûl bikim. Heta niha ji ber xatirê kesûkarên şehîdan û serok Mam Celal û pêşmerge û dîroka YNKê, min xwe weke nîvberpirsyar di nava YNKê de û di wîjdana xwe de dîtiye, ya ku di şiyana min de bûbe, min hewl da bo çareseriyê, lê belê ji niha pê ve ew nîvberpirsatî jî bandora wê nemaye di nava hevkêşeyan de. Dixwazin armanc û nexşeyên xwe piştî mirina serok Mam Celal bi dest bînin. Tenê beyanname û çavpêkevtinên diholçiyan eger were hejmarkirin, êdî îsbat dibe ku çi nexşeyeke veşartî heye. Rexne têkel bi kîne hatiye kirin û kîne jî pîlana tolhildanê jê re hatiye danîn.Cemawerê gelê me çi qas ku rexne û nerazîbûn hebin li hemberî me, heqê wan e. Lê belê xweperest û bazirgan û ajawegêran, li cihê ku dest bi kumê şikestên xwe ve bigirin, ku neku bahoza hêrsa xelkê bibe, lê hêj zimanê wan zelal e û hincetên wan amade ye û televîyon jî dagîr kirine.Di dawiyê de ez tekez dikim ku ez beşdariyê di ti civînekê de nakim, eger civîn rewatiya wê nebe û desthilata siyasî û hizbî nevegere bo serkirdatî û polîtboruya YNKê. Bi ti awayî hejmongerayî ya ti kesek û ti malbatek û ti desteyekê ji aliyê min ve nayê qebûlkirin, çimku kulturê siyasî yê YNKê wisa bûye, ne ewa ku niha çê dibe.Ez daxwaza lêbihorînê jî dikim ku di vê demê de ku gelê me tûşî rewşa nexweş hatiye, ez vê peyamê belav dikim. Tekez eger min ev peyama xwe gelek bi pêwîst nezanîba, weke salên bihorî, min dê xwe bêdeng kiriba û min dê erkê xwe jî cîbicî kiriba. Lê belê niha ez weke xwe êdî neaxavtinê weke tawanê dibînim, diyare min axavtinên gelek zêdetir li ser bûyeran û arîşeyan û diyardeyên veşartî û kirêt li seranserê Kurdistanê hene, lê belê ez naxwazim bi kar û bertekan tiştekê bêjim. Bav û kalan gotine: Gotin di dema xwe de û li cihê xwe. Tekane şanaziya min jî ev e ku her dema ku ez bi temamî baixivim, ez ne deyndarê hikûmetê me û ne ti kesekê din. Mineta ti aliyekê jî li ser xwe nabînim bo pakiya xwe. Ez tenê xwe deyndarê kesûkarên şehîdan û pêşmergeyên xedirlêkirî dizanim û bes.”

Back to top button