Cîhan

MÎTê li Silêmaniyê berpirsekî din ê PKK kujt

Husnu Kumek ê ku kûrye û parêzerê Cemîl Bayik û Duran Kalkan bû,yek ji rêvebirên PKK ye ku ji teref Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve bi îdiaya “endamê rêxistina terorê ya çekdar” di lîsteya sor de bû,hat kujtin.

Teşkîlata Îstîxbarata Netewî ya Tirkiyê (MÎT) li Silêymaniyê bi operasyonek niqteyî yek ji serokên Silêmaniyê yên PKK Husnü Kumek berteref kir.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatine girtin, hat tesbîtkirin ku terorîstê bi navê “Şevger Azad” û “Aras” ê ku wextekê peywirdar û parêzerê Cemîl Bayik û Duran Kalkan bû, li Silêmaniyê bi operasyonek nixteyî hat kujtin.

Hat diyarkirin Kumek li Silêmanî û Kelarê ji bo derdorên ku piştgiriyê didin rêxistinê rahênan dikir, îstîxbarata ku di dema xebata xwe de bi dest dixist radigihand rêveberiya payebilind a rêxistina PKK.

Husnu Kumek di sala 1999an de tev li PKK bû, di navbera salên 2002-2003an de li ser navê Duran Kalkan xebatên çapemeniyê meşand. Kumek herweha yek ji parêzvan û nobedarê Duran Kalkan û Cemil Bayik jî bû.

AA

Back to top button