Cîhan

MÎTê berpirsiyarê PKK ê Kerkûkê kujt

Li gor çapemeniya Tirkiyê ragihandiye, Teşkîlata Îstixbarata Netewî ya Tirkiyê (MÎT) bi operasyona li bajarê Silêmaniyê berpirsê PKK ê bajarê Kerkûkê “Çiya Amed – Remzî Avcî ” ê ku di lîsteya “Kategoriya Sor” de bû, kujtiye.

Li gor agahiyên ku çapeneiyê ji çavkaniyên ewlehiyê hildane, Remzî Avci yê ku di sala 1992an de tev li PKK bûye, li Sûriye û Iraqê gelek çalakî pêk anîne.

Li gor hatiye gotin, Çiya Amed li Diyarbekirê çal û barîkatên PKK organîze kiriye û li Efrînê û herêmên Şengal û Gara yên Başûrê Kurdistanê di lîsteya “Kategoriya Sor” a Wezareta Karên Navxweyî da cîh girtiye.

Balkêş e ?
Close
Back to top button