Ev demek dirêj e Teşkîlata Îstixbarata Netewî ya Tirkîyê (MÎT)kadir û berpirsên PKK/YPG bi operasyonên niqteyî berteref dike. Hat ragihandin ku MÎTê dîsa bi operasyonek niqteyî Berpirsa Malî ya PKK/YPG Tuba Karakoç (Zîn Kobanî)li Rojava berteref kiriye.
Li gor çapemenîya Tirkîyê ragihandiye, Teşkîlata Îstixbarata Netewî ya Tirkîyê (MÎT) li Sûrîyê Tuba Karakoç a bi kodnavê “Zîn Kobanî” bêbandor û berteref kiriye.
Tê gotin ku Zîn Kobanî Berpirsa malî ya PKK/YPG ye û beşdarî gelek çalakîyên leşkirî bûye, ji bo berhevkirin û komkirina aborîyê di navbera Rojava û Başûr de diçû û dihat û di encama operasyona MÎTê de li Rojava, li herêma Sirrîn /Ayn Îsa hatiye kujtin.