Polîtîk

MİT-ê 5 daxwazî ji Ocalan kirin

 Daxwaziyên MIT-ê Ji Ocalan kirîn evin:

–    Heta hilbijartina çi bibe bila bibe dive agirbest berdewam be. Dev ji çekan berdin.
–    Qendîlê pasîf bikin û bandore wan nehêlin.
–    Bila di BDP-ê de beşên tund dengê xwe nekin. Bile ji bo pêvajoya demokrasiyê arîkarbin.
–    Hun jî daxuyaniyên dijwar nedin.
–    Bila Murat Karayilan û berpirsên din yên bilind herin Ewropa. Yên din jî bila vegerin Tirkiye û teslîm bibin. Dê piştî hilbijartinên hezîran a 2011-ê efuyek giştî derkeve.
–    Dê di demek nêzîk de komisyonek ya lêkolînê bête avakirin .
–    Lê bi tu awayî pêşniyara “ xweseriya demokratîk“  nekin, ev xeta me ya sor e.

Li gora nûçeya hatiye belavkirin, piştî ocalan guh da pêşniyarên 3 endamên MIT-ê, ji wan re da xuyakirin ku, divê ji berî her tiştekî mercên min yên jiyanê bêne başkirin. Herweha  Ocalan got ku, ji bo ew bikaribe pêvajoyê bişopîne televizyonek pêwîste. Di vê derbarê de Ocalan got:  “ Ezê fermanên pêwîst bidim rêxistinê. Rêxistin bi min ve girêdaye. Ji ji bo ez bikaribim bi awayek pêwist pêwendiyê li gel rêxistinê deynim, divê ez di malekî de bin çav de bim. Ez dixwazim diyaloga me berdewam be. Ji bo vê yekê jî ezê hewl bidim.“

Back to top button