Nivîsar

Mistefa Selîmî û bêxwedîbûna Kurdan

Danasîneke kurt:
Mistefa Selîmî(53 salî) ji Seqizê, Rojhilatê Kurdistanê ye, bi tawana endametiya hêzeke siyasî ya dijî Komara Îslamî ya Îranê, berî 17 salan cezayê bidarvekirinê lê hatibû birîn û ji wê çaxê ve di zindana bajarê Seqizê de ye. Bi hegera belavbûna vîrosa Korona, Selîmî û gelekên din ji zindanê reviyan û her yekî berê xwe da alîyekî.

Bûyer:
Li gor agahdariyên bi belge( faylên deng, wêne û hevpeyvîn) Mistefa Selîmî di gundê Sîyagwêzê re derbasî başûrê Kurdistanê bûye, sê rojan li Pênciwînê maye û asayişa Silêmaniyê ew radestî rêjîma Îranê kirîye. Seet çarê serê sibê, roja şemîyê 11/4/2020 Rêjîma Îranê Mistefa Selîmî bi darve kiriye û xeber daye malbata wî ku herin termê wî wergirin.

Rêaksîyon:
Ji ber ku asayîşa Silêmanîyê ser bi Yekîtî Niştimanî Kurdistan YNK ve ye, û YNK bi vê kiryarê dihête gunehbarkirin, ta niha çi daxuyanîyên fermî ji hêla YNK nehatine belavkirin, li cihê wê, asayîşa Silêmanîyê di daxuyaniyekê de diyar dike ku qet ev însana derbasî Herêma Kurdistanê nebûye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê HHK komîteyeke taybet damezirand ji bo lêkolînê û diyarkirina rastîyên bûyerê.

Qanûna navneteweyî û irfên Kurdayetîyê:
Li gor peymana Cinêvê ya 1953, ji erkê HHK ye ku mafê penabrîyê bide çalakvanên siyasî ewên ku metirsîya îşkenecekirinê yan kuştinê li ser hebe.Herêma Kurdistanê ne dewleteke serbixwe ye, û heye ku li ser çi peymanan jî wajo ne kiribe, lê ev kiryar bandoreke mezin li ser navûdengê Herêmê dike weke herêmeke sîngfere ku nêzikî 1,5 milion penaber li ser axa xwe hewandiye. Li gor agadarîyan, Mustefa Selîmî xwe daye nasîn weke çalakvanekî siysî, ji zindanê bazdayî û piştî 17 sal zindan xwe avêtîye bextê birayên xwe ku wî ji mirinê biparêzin. Di irfê Kurdayetîyê de nîne, di yên mirovayîyê de nîne, di çi ol û ayînan de nîne ku mirov birayê xwe radestî dijmin bike û bajo kuştinê.

Xalên balkêş:

  1. Asayişa Silêmaniyê di daxuyaniya xwe de, rojnamevanê Mihabadî Elî Cevanmerdî(Ali Javanmerdi) karmendê berê yê radioya dengê Amerîka gunehbar dike bi xerabkirina navê asayişê. ji ber ku birêz Javanmerdi belgeyan berhev dike û raya giştî hişyarî vê kiryarê dike.
  2. Îsmayîl Rehmanî, berpirsê pêwendiyên HDKI li Silêmanîyê bê belge, di daxuyaniyekê de dibêje: Mustefa Selîmî ne hatiye Herêma Kurdistanê û ne hatiye girtin!!
  3. Yekîtî Niştimanî Kurdistan YNK ta niha jî tu daxuyanî ne dane!!
  4. PUK media, sayta YNK ye, daxuyaniyên cîgirê parêzgarê Sine yê ji Fares News re, û daxuyaniya Mihemed Cebarî, serokê dadgeha giştî ya Sine yê bo ajansa Mêhra Îranî ji xwe re dike belge.(ev herdu kes nûnerê rêjîma Îranê ne).
  5. PUK media li ser zimanê desthilatdarên Îranê radigihîne ku Mustefa Selîmî “mirovkuj bû, diz û çete bû. Xelkê devera wî ew radestî rêjîma Îranê kirine”.

Heger rast be: ku kurê Mistefa Selîmî serdana wî di zindanê de kiriye, û ji ber rewşa bavê xwe ya pir xerab di zindanê de vegeriyaye mal û xwe kuştîye.
Tê gotin ku Mistefa Selîmî ji asayişa Silêmanîyê re gotiye: ka rê bidin ku ez xwe bikujim, bes min nedin dest rêjîma Îranê ku di bin îşkenceyê de min bikujin.

Ders û ibret:

  1. Ev kiryara li derveyî sînorên hemû pîvanên mirovayîyê hinek tişt di bîra me de hişyar dikin.
  2. Herkes li bendê ye ku komîsyona taybet ya HHK bigihêje rastîya bûyeran, ji raya giştî ya Kurdistanê re diyar bike û tawankaran bide dadgehê
  3. Îran dibêje destê min dirêjin û digihêjin wê dera ez dixwazim.
  4. Ta ku hêzên pêşmerge nebin yek û herweha dezgehên emnî yên Herêma Kudistanê nebine yek, dê felaketên bi vî awayî û yên hê xerabtir bi ser kurdan de werin.
  5. Hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê kedî bûne û roj bi roj dûrî rûhîyet û hêvîyên gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê dikevin.
  6. Li cihê M.Selîmî dikaribû ez bin yan tu bî yanjî kesekî pir nêzikî me be, lewre jî em kurd miletekî BÊXWEDÎ NE, Em BÊXWEDÎ NE!!

Jêder:https://www.pukmedia.com/KS_Direje.aspx?Jimare=152982
https://www.facebook.com/javanmardia/videos/1141395912899590/
https://www.facebook.com/javanmardia/videos/225394338520492/
https://www.facebook.com/…/pcb.10158353…/10158353057639577/…

Salih Kobanî

Back to top button