Hevpeyvîn

Mistefa: Nerazîbûna li dijî xendekê tenê propagande ye

Berpirsê pêwendiyên derve yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, diyar kir ku yên li dijî kolandina xendekê li ser sînorê Başûr û Rojava derdikevin, mebesta wan propagande ye. Mistefa her wiha nûçe û îdiayên êrişa li dijî nûnertiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li Parîsê jî red kir. 

Mistefa, li ser belavkirina nûçe û îdiayên derbarê êrişa komek kesên ku ji kolandina xendekê li ser sînorê Başûr û Rojava nerazî ne, li dijî nûnertiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li Parîsê ji Rûdawê re got:  Tiştekî wisa nîne helbet deriyê me ji her kesî re vekirî ye lê hinek genc li ber nûnertiyê kom bibûn û li dijî kolandina xendekê nerazîbûna xwe nîşan dabûn, me jî peyama wan gihand hikûmeta Herêma Kurdistanê:

          Aramî û berjewendiyên Herêma Kurdistanê bi ti tiştekî din nayê guhertin. Berpirsên serbazî û asayişê yên Herêma Kurdistanê wisa pêwîst zanîn ku divê xendek bê kolandin. Çimkî em naxwazin ne terorîst ne jî qaçaxçî derbasî nav Herêma Kurdistanê bibin, jixwe deriyê fermî vekiriye.

Li gorî Felah Mistefa, ew nerazîbûn û daxuyaniyên ku li dijî kolandina xendekê tenê propagande ye:

           Herêma Kurdistanê deriyek ji penaberan û alîkariyên mirovî vekiriye vêca çima hinek kes dixwazin bi qaçaxî derbas bibin, di demekî de ku dever tijî alozî û arîşe ye.

Felah Mistefa got ku, Herêma Kurdistanê herêmek qanûnî û rewa ye:

 

          Em ne komek biçûk in, ji ber ku em herêmek in ku qanûna wê heye, rewabûna wê heye, civaka navdewletî pê re di nav têkiliyê de ye. Em xwe naxin şûna komek biçûk ku nikare pêwendiyên rast bi derdorên xwe re çêbike.

Back to top button