Polîtîk

Mistefa: Nakokiyên min û Talebanî bi serdanekê çareser nabin

Newşêrwan Mistefa serokê Tevgera Goranê di gotiye ku pirsgirêka nevbera wî û Celal Talebanî sekreterê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê bi serdanekê û nanxwarnekê çareser nabe.

Nivîskar û rojnamevan Mecîd Salih di nivîseke xwe de ku ku di rojnameya Hawelatî hevalê min yê rojnamevan Arif Qurade hatiye weşandin, di nivîse ku Newşêran Mistefa ji wî re gotiye ku nankokiyên navbera Goran û YNK bi serdanek û nanxwarenekê çareser nabin

– Hevalê min yê rojnamevan Arif Qurbanî ji min re got ku wî ji mam Celal re gotiye; Hertim di serwextên giran û nexweş de we destpêşxeriyên (inisyatîv) giring kirine, çima di vê cejnê de însiyatîvê wernagirin û ji bona aramkirina rewşa heye serdana mala kak Newşêrwan Mistefa nakin? Ji gotinên wî hevalî diyar bû ku cenabê mam celal amadeye biçe serdana mala Nweşêrwan Mistefa, lê terefê beramber wê yekê minasib nabîne.

Herwesa Mecîd salih di nivîsa xwe de behsa dîdara xwe ya digel Newşêrwan Mistefa dike û dinivîse:
– Çend rojeke beriya nuha ez li bak ak Nweşêrwan Mistefa bûm û min gotinên wî hevalê xwe yê rojnamevan ji Newşêrwan re behis kirin û min jê re got; Hûn neamadene di civîneke bilin a navbera Goran û YNK-ê de amade bin. Newşrwan di bersivê de ji mn re got; pirsgirêka navbera min û mam Celal arîşeyeke du şexsan yan du eşîran nîne ku bi serdan û nanxewarnekê çareser bibe, problem piroblema hizir û fikrên cudaye li ser rewşa Kurdistanê, eger civîn ji bo dîtina rêyên çareseriyên minasib be hîngê gelek normale em bi hev re rûnin. Lê eger civîn ji bo micamele û hev du dîtinê be, hîngê pêwîst nake.

Back to top button