Hevpeyvîn

Mistefa bo BBC: Divê gerîlayên PKKê ji çiyê dakevin

Berpirsê pêwendiyên derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragihand, di çarçoveya pêvajoya aştiyê de divê gerîlayên PKKê ji çiyê dakevin û got: Eger pêwîst bike emê bibin navbeyinkar jî.”

Tora înglîzî ya BBC bi berpirsê pêwendiyên derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa re hevpeyvînek encam da. Di hevpeyvînê de ku Felah Mistefa wek “wezîrê derve yê herêma Kurdistanê” hatiye nasandin, Mistefa li ser rewşa pêvajoya aştiyê ya li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê daxuyaniyên girîng dan û  diyar kir ku divê gerlayên PKKê yên li Qendîlê dakevin û pirsa hebûna PKKê bê çareserkirin çimkî li cihê ku aştî hebe nabe çek hebe. 

Li gorî Mistefa, divê her du aliyên pirsa kurd li Tirkiyê bi sebir tevbigerin û tiştên ku îmkana pêkanîna wan tine, neyên xwestin û gotin, çimkî pirsa kurd dê bi têgihîştina rêber û rayedarên her du aliyan bê çareserkirin. 

Derheqê navbeyinkariya Herêma Kurdistanê di berdana çekan ji aliyê PKKê de jî, Mistefa got ku,  hikûmeta Tirkiyê baştir dizane dê çi bike û heta ev pêvajo bidome dê baştir bizane ka çi pêwîst e û wiha got: “Eger ji me tiştek were xwestin û ji bo çêbûna aştiyê di navbera birayên kurd û tirk de çi pêwîst be em amade ne.” Felah Mistefa destnîşan kir ku derxistina lêborîna giştî li Tirkiyê zerûrî ye ji ber ku divê mirovên han derbasî nav siyasetê bibin û divê deriyek ji wan re bê vekirin. 

Li ser kolandina xendeqê li ser sînorê Rojava û Başûr, Mistefa got, ew xendeq ji bo astengkirina çekdarên komên radîkal ên mîna DAIŞ, El Nusra û El Qaîde her wiha qaçaxçiyan tê lêdan.  Deriyê sînorî yê navbera Rojava û Başûr ji alîkariyên mirovî re vekirî ye û wiha axivî: “Her çiqas nakokiyên me bi PYDê re hebin jî lê dîsa em sînor bi ser mirovên xwe yên li Sûriyê de nagirin.”

Mistefa rexne li PYDê girt û got PYDê li Rojava siyaseta xistiye bin kontrola xwe û mafê axaftinê nade yên din. ”Em dixwazin hemû kurd bên ba hev û bi hev re kar bikin.”

Berpirsê pêwendiyên derve li ser beşên din ên Kurdistanê jî got: Me li Kurdistana Iraqê ji bo bidestxistina armanc û hêviyên xwe, Iraqa federal hilbijartiye û divê kurdên din jî bi hikûmeta navendî ya welatên ku tê de dijîn, li ser çareserkirina pirsgirêkên xwe li hev bikin. 

Li ser dewleta kurdî li Başûrê Kurdistanê jî Felah Mistefa got: ”Hedefa me ya dewleta kurdî her heye û di cihê xwe de ye lê ya girîng dem û çawaniya avakirina wê ye lê vê gavê ev tişt ne di rojevê de ye.”

Di bersiva vê pirsê de ku gelo niyeta we heye bi kurdên Sûriyê re dewletek kurdî ava bikin?  Mistefa wiha got: ”Niyeteke me ya wisa nîne. Ez derbarê kurdên Iraqê diaxifim. Kurdên Sûriyê divê li nav Sûriyê û bi hêzên opozîsyona wî welatî re biryar bidin.” (Rûdaw)

Back to top button