Cîhan

Misir yekemîn welatê erebî ye konsolxane vedike

Bi armanca zêdetir xurtkirina peywendiyên navbera her du aliyan û amadekeriyên vekirina konsolxaneya Misrê li herêma Kurdistanê , îro şandeya hikûmeta Misrê a bi serokatiya Mihemed Qasim alîkarê wezîrê karê derve bo karûbarên pirsên welatên erebî û ji Şerîf Şahîn wezîrê Misrê yê li Îraqê pêkaht bû serdana fermangeha têkeliyên derve kir û ji aliyê Felah Mistefa berpirsê fermangeha têkeliyên derve ve hat pêşwqazî kirin.

Di dîdarekê de, berpirsê têkeliyên derve behsa giringiya vekirina konsolxaneya Misrê weke yeke welatê erebî kû konsolxaneyê li herêma Kurdistanê vedike kir û got: Ji bo me gelek giringe ku Misir weke yekem welatê erebî nûneratiye xwe ya diplomasî li herêma Kurdistanê veke. Em hêvîdarin ku welatên din yên erebî jî çav li komara Misirê bikin û nûneratiyên xwe yên diplomasî li herêma Kurdistanê vekin û piştevaniya pirosesa siyasî li Îraqê bikin.

Mistefa di berdewamiya axaftina xwe de behsa peywendiyên dîrokiyên navbera komara Misirê û bizava rizgarîxaza Kurdistanê di dawiya sedsala borî de kir. Mistefa got: Serdana serok Barzanî bo welatê Misirê û civîna bi serok Hisnî Mibarek re têkeliyên Misirê û herêma Kurdistanê birin qonaxeke nû da.

Mihemed Qasim alîkarê wezîrê karê derve bo karûbarên pirsên welatên erebî, ji bona wê hevkarî û alîkariya pê ra hetiye kirin ku konsolxaneya xwe li herêma Kurdistanê vekin, sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir û got: Ev yekemîn care misir bi vî awayê bi lez nûneratiya xwe ya diplomasî vedike, ev yek jî wê manyê dide ku Misir giringiyeke taybet bi herêma Kurdistanê didie. Di nava îsal da dê konsolxaneya Misirê li herêma Kurdistanê dest bi karê xwe bike.
Qasim herwesa got ku bank û sermayedarên misirî dixazin li herêma Kurdistanê bazirganî û karê sermayerazandinê bikin.

Sefîrê Misirê yê li Îraqê di axaftina xwe de got ku Misir amadeye şareza û pisporên warê diplomasî bişîne bo herêma Kurdistanê da ku kursên hînbûna karê diplomasî û peywendiyên navdewletî ji karmendên hikûmeta herêma Kurdistanê ra veke.

Back to top button