Dosya

Eşref Bîtlîs ji aliyê MİTê ve hatiye kuştin

Tawanbarê doza Ergenekonê Durmuş Alî Ozoglu di runiştinê duhî de balkişand li ser kuştina Eşref Bîtlîs û got:  Balafira sermandarê giştiyê Jandarmayê Eşref Bîtlîs ne ku Ergenekonê, lê ji aliyê ekîbek MİT ve hat bû daxistin.

Duh li Sîlîvriyê Dadgeha Cezayê Giran a Îstanbolê celse ya 85. a doza duyemîna Ergenekonê  hate dîtin. Di celseyê de alîkarî serokê Komaleya Kuvayî Milliye Dursun Alî Ozoglu di derhaqa kuştinên faîl nediyar de daxwaza axaftinê kir.

Ozoglu îdia dike ku fermandarê giştiyê Jandarma yê berê Eşref Bîtlîs ne ji aliyê Ergenekonê ve, lê ji aliyê MİT ve hatiye kuştin.

Durmuş Alî Ozoglu di derhaqa kuştina serokkomarê 8. yê Tirkiyeyê Turgut Ozalê de jî wiha dibêje: Agahdariya Turgut Ozalê li ser kuştina Eşref Bîtlîs hebû lê dixwest ku bûyerên Mşsil û Kerkukê çareser bike û planên wî  ya li ser Mûsil û Kerkuk hebû, lê li pêş amadekiriya planên xwe ew jî  hate kuştin.

Durmuş Alî Ozoglu sazûmankerê Komalaya Kuvayî Mîlliye ye û di heman demê de alîkarê serokê wê rêxistinêye. Di lêpirsîna Ergenekonê de di naw compîtora wî de belgeyên darbe û pêwîstiyên piştî darbeyê hatîbûn dîtin ji ber vê yekê têkîliya wî digel  rêxistina teror a Ergenekonê hatîbû tespîtkirin. Di 29 ê berfanbarê a 2009an de jî hatîbû girtin.

Back to top button