Cîhan

12 wezîrên tirkî çûn Suriyeyê

Ji bo civîna Konseya Hevkariya Stratejîka Bilind di navbera Tirkiye û Suriyeyê de 12 wezîrên Tirkiyeyê çûn Suriye. Wezîrê Navxweyiyê Tirkiye Beşîr Atalay peyamên li ser naveroka civînê da.

Di meha berfanbarê de jî  serokwezîrên her du dewlet kom bibin.

Di civînê de Wezîrê Karên Derveyê Ahmet Davudoglu , Wezîrê Karên Navxweyiyê Beşîr Atalay, Wezîrê Parastina Milliyê Vecdî Gonul , Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag, Wezîrê Karên Gund û Çandînî Mehdî Eker, Wezîrê Enerjiyê Taner Yildiz, Wezîrê Avadaniyê Mustafa Demîr,Wezîrê Gihandinê Bînalî Yildirim û Wezîrên Dewletê Zafer Caglayan û Cevdet Yilmaz amade bûn.

Wezîrê Karên Navxweyiyê Tirkiye Beşîr Atalay da zanîn ku civînên bi vî rengî ji bo nêzîkatiya me pir girîngin . Dewleta Surî di hefteyên bihûrî de operasyonên hesas kir mimkûne ku di pêşiyên me de jî operasyonên bi vî rengî bibin.

Lê ew operasyon ne tenê li dijî terorê ne di derhaqa sucdariyê de her tişt dibe.Di nav 10 û 15 rojan de ezê biçim Îranê jî . Dibe ku dîsa vegerim Suriyeyê

Dewleta Surî di mijara têkoşîna li dijî terorê de gelek nêzîkî me bûye û di navbera me de ti pirsgirêk tineye. Suriye hewldanekî mezin dide ku teror ji nav xwe derbasî Tirkiyeyê bibe.

Nêzîkî 50 polêsên Surî li Tirkiye hatin perwerdekirin. Perwerdehiyê polêsan bi giranî li ser istixbaratê ye. Ji aliyê teknîkê ve perwerdehiya me jî didome.

Back to top button