Polîtîk

Addulmelîk Firat li Amedê hate bîranîn

Bîranin îro li Amedê di otela Prestigê de ji aliyê HAKPARê ve hate lidarxistin. Di bîranînê de siyasetmedar û endamên malbata Firat amade bûn.

Di bîranînê de beşdervan ji bo tevayî şehîdên Kurdistan deqayek rêz girtin. Piştî rêzgirtinê , serokê  Hakparê Bayram Bozyel, Îbrahîm Guçlu , Derwêşê Sado, Mehmed Alî Dîner û dost û hevalbendên Firat axaftinek kirin.

Serokê Hakparê Bayram Bozyel da zanîn ku Hakpar bi pêşengiya Abdulmelîk Firatê hate damezrandin û di dema damezrandinê de serokê rûmetdar Abdulmelîk Firat xebatên yekîtiyê dikir û  li Kurdistanê daxwaza rêxistinek wisa dikir ku têde ji her rengên cıvata Kurd cih bigrin.

Derwêşê Sado jî balkişand li ser kesayetiya Abdulmelîk  Firat û serokên serhildanên Kurdan û ji gohdarvanan  daxwaza yekîtiyê kir. Derwêşê Sado çend helbestên Cêgerxwîn û Ehmedê Xanî xwend û ji malbata Barzaniyan mînakên têkoşînê ji mêvanên bîranînê re parve kir.

Îbrahîm Guçlu jî piştî nirxandina kesayetiya Abdulmelîk Firat daxwaz ji rêxistinên Kurd kir û got : Di vê pêvajoya girîngê de ti rêxistin bersiva pirsgirêkên pêvajoyê nadin û balkişand li ser pêwîstiya xebatên Kurdewarî.

Back to top button