Nivîsar

Mirov Nijad û Bawerî

Li gorî pirtukên olî û Kuranê de xwida «  Gelî Mirovan me we ji Dayîk û Bavek afiran dîye, Ji bona ku hun hevdu nasbikin. Di vir de hêj Nijad û Ol nîne mirov ( Insan ) esase.

Em dibînin ku têkîlîyên civhakan li gorî pîvanên insanîne, bi hev re kar xebat û didin distînin. Dure di ayetê de Me we Milet milet gerandîye, Wek Kurd Ereb , Firansî û hewd. Dure me reng û durufên Erd û Asîman û xwezayê çewan reng bi reng geran dîye , her wisan me ziman û rengên we jî cuda cuda daye we. Kesên ku reng û zimanê hev du înkar bike  ? ew hebuna xwuda inkar dikin.

Başe di bawerîyan û zagonên mirovatîyê de ji ku hatîye dest nişan kirin ku mirov bi mafên xweyên xwezayi de azade .

Lê di Rojhilata Navîn de 40 mîlyon Kurd jiyan dikin û Miletek qedîm û xwedan şaristanîyê ne, çar alîyên wan jî dibên em ‘Bisilmanin’ gelo emrê xwuda û mafên însanî de çima  red û inkara van mafan dikin. Ereb Ecem û Tirk Ziman, çand û hebuna Kurdan red dikin . Bi navê Ola Yezîdê lawê Mawîye çewan Serê Imamê Huseyin jê kirin, Ol û bawerî kete destê Serayan her wisan îro ji bi navê Olû ‘bawerîyê’Serê Zarokên me jê dikin û davêjin zindanan.

Bi hezaran Dayîk û bukên Kurdan bi navê Carîye Daişan di sukan de pêşkeşê faşîstên Tirk û çeteyan kirin. Bi fermana Seraya Erdogan bi navê Ayeta Zeytun û Fethê Axa kurdan dakirkirin . Di Mizgevtên xwede Sela û Xutba fethê xwendin. Serok û Rêberên Kurdan zindan û tecrit kirin. Şaredarên kurdan girtin hemu dest keftîyan talan kirin . Erdogan isareta Rabiayê dike «  Yek milet , Yek Dewlet  ,Yek ziman û Yek Ol » .

Em dipirsin  ? Ey talanker û bêbextan hun gotinên xweda û mafên însanî çima binpê dikin . Hun hestîyên zarokên Kurdan ji tirban dertînin, û nahêlin ku mirîyên xwe bi wecîbê Olî pêkbinin. Dema hun hatin Kurdan deri ji we re vekirin. Lê iro hun xwedan malin em di welatê xwe hêsir û di zindana dene.

Lê Dîrok bu şahid ku çeteyên we li ber pîyên kec û xortên Kurdan çokdan û têk çun . Bi gotinek H Eli «kes an jî civakên ku li hemberî zaliman , serî bi tewînin,ew bi tevî mafê xwe ve şeref û rumeta xwe jî winda  dikin .

Feyzî Mîrhesen  

Back to top button