Mîrnişînê Ebudabî pêşwaziya Serok Barzanî kir
Li çarçêweya serdana fermî ya Serok Barzanî ji bo Îmarata Yekgirtiya Erebî de, roja yekşem 29.11.2015 li bajarê Ebudabî Şêx Mihemed Bin Zayid El Nehiyan Mîrnişînê Ebudabî û Cîgirê Fermandeyê Bilindê Hêzên Çekdarên Dewleta Îmarat pêşwaziya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.Li hevdîtinê de behsa pêşveçûn û serkeftinên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li dijî terorîstên Da’îş kirin û her wiha di derbarê rêyên rûbirûbûnê û rîşekêşkirina terorê li asta navçeyê û cîhanê da danustandina bîr û ramanan kirin.Her li vê hevdîtinê de pêşhatên dawî ya siyasî li herêmê û navdewletî de xistin ber behs û guftûgoyan û peywendiyên siyasî û aboriyên di navbera Herêma Kurdistan û Îmarata Yekgirtiya Erebî guftûgo kirin û tekez li ser berfirehtir kirina peywendî û dostayetiya di navbera her dû aliyan kirin.