Alîkariya Amerîka ji bo pêşmergeyê Kurdistanê berdewam e

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê  Kurdistanê, li  Hewlêrê, pêşwazî li şandeyeke Kongiresa  Amerîkayê a bi serokatiya John MaCain serokê komisyona bergiriyê li Kongiresê û Lindsey Graham   endamê Kongiresê kir.Di dîdarekê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê amade bû, John MaCain destxweşî li xelk, hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê kir ku karîne devereke berfireh, taybetî Şingalê, ji bin destê terorîstên DAÎŞ rizgar bikin û  sersaxî li malbatên şehîdên destê terorîstên DAÎŞ kir. Wî tekîd kir ku dê Amerîka li ser pêşkeşkirina alîkariyan bo pêşmergeyê Kurdistanê berdewam be.Şandeya mêvan ku ji bilî her du senatoran Johan MaCain û Lindsey Graham, ji hijmareke fermandarên leşkerî û diplomatkaran pêkhatibû, got ku ew hatine herêma Kurdistanê daku ji nêzîk haydarî rewşa bereyên cenga dijî terorîstan û pêdawîstiyên lezgîn yên herêma Kurdistanê  bibin û di raporeke destnîşan bikin û pêşkeşî îdareya hikûmeta Amerîkayê bikin.Şandeya Kongiresa Amerîkayê xebatên xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê yên di warê pêşwazîkirin, hewandin û xizmetkirina wê hijmara zêde ya koçber û penaberan ku ji tirsa terorê qesta herêma Kurdistanê kiriye, bilind nirxand.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana şandeya Kongiresa Amerîkayê bo herêma Kurdistanê û ew hevkariyên di warê leşkerî û meşiq û rahînanê de bo hêzên pêşmergeyê Kurdistanê dikin, bilind nirxandin û hêvî xwest zêdetir hevkariya herêma Kurdistanê bê kirin daku bikaribe metirsiya terorê bi êkcarî binbir bike.Serokwezîr got ku wê hijmara zêde ya koçber û penaberan yên ku ji ber gef û tirsa terorê hatina herêma Kurdistanê barê hikûmeta Kurdistanê gelek giran kiriye bi taybetî di demekê de ye ku hikûmeta herêma Kurdistanê di kirîzeke êkonomî ya dijwar de derbas dibe.Nêçîrvan Barzanî got ku ew dixwazin baştirîn têkelî digel hikûmeta Îraqê hebin û hikûmeta herêma Kurdistanê amadeye hemû pirsgirêkan digel Bexdayê bi danûstandin û diyalogê çareser bike. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: