Mîrê Stranan
Di destpêka emrê xweda,deng u daxwaza, qirîn u hawara, evîn û hezê, şer u şoreşgerîyê, doz u tevgerîyê,niştimanîyê rizgarîyê,azadîyê,ax û av, qiz u xort ,kal u pîr,heps u zindan,kul u derdê Kurdan qirîya u zurîya, kenîya û girîya, bi sitranan bihelbestû berheman anî ziman, şivan perwer.
Bi sal u zemanan, her ku distira dinya bi dengê kurdan dihesîya bi sitranên şivan.
Ked u xebatek bê mecal kir,
Qedexebû ji welat ê xwere,qedexebû ji malbat û xaka xwere, li biyanan bû şivan perwer.
Weka, heman Kurda ji welatê xwe dur ketibû,bi hesreta welatê xwe distira,u temburvanekî hêjabû jî, gava ku li tembura xwe dixist u distira , bedena wî, mejîyê wî, dilê wî, destê wî,hemu bi hevre govenda kurdî digirt.
Qedexekirina wî ne besbû li welatê wî jî kasêtê wî qedexe bû,gelek caran kasêtê şivan di sobe u tenuran de şewitîn.
di binê erdê de rizin, lê disa jî wexta ku gohdar kirina wî hez u eşqeke mezin bandoreke mezin dixist dilê keç u xortê Kurdande,gelek kurd bi gohdarkirina kaseta wî hate bin çavkirin.
Ruhê kurdewarîyê bi mirovan re çêdikir u dibinê bandora şoreşîyê u azadîyê u evindarîyê de dihişt şivan Perwer.
Gelek keç û xortên kurdan evina xwe bi sitranên şivan pêşkeşî hev dikirin .
sitranbêj ,temburvan,helbestvan û evindarê welatêxwe ye şivan perwer.
Zîn Amedî