Polîtîk

Mîranî:PDK û YNK nîv bi nîv hukumetê ava nakin

Di hevdîtina xwe de ligel Konsulê Giştî yê Amerîka, Fazil Mîranî ragihand ku hewl û danûstandinên PDKê ligel partiyên din ên Kurdistanê ji bo avakirina hikûmeteke bihêz e li Herêma Kurdistanê, ku di xizmeta xelkê Kurdistanê de be. Konsulê Amerîka jî got ku ewê berdewam bin li ser parastina Herêma Kurdistanê.

Îro li avahiya Polîtbûroya PDKê, Fazil Mîranî Sekreterê Polîtbûroya PDKê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Stêv Vîgn û şanda pê re kir.

Di wê hevdîtinê de, Mîranî behsa pêşhatên proseya siyasî ya Iraqê kir û wiha got: “Li cem me normalkirin û başkirina rewşa Kerkûkê girîng e.”

Mîranî behsa Herêma Kurdistanê jî kir û wiha got: “Pêngav û hewlên PDKê ligel partiyên din ji bo avakirina hikûmeteke bihêz e ji bo Herêma Kurdistanê û ew hewl û pêngav berdewam in. Herwiha PDKê berdewam e li ser gotûbêjên xwe ligel partiyên siyasî ji bo ku bighên rêkeftineke baş û guncayî.”

Fazil Mîranî ragihand: “PDK di hilbijartinan de yekem bûye, lê li cem me berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê û parastin û aramiya ewlehiya Herêma Kurdistanê karê herî sereke ye. Lê PDK û YNK bi nîv bi nîv (50 bi 50) hikûmetê ava nakin, ji ber ku ev sîstem di salên derbasbûyî de biser neket, lê PDK ber xwe dide dîrok û giraniya YNKê.”

Ji aliyê xwe ve, Konsulê Amerîka spasiya Fazil Mîranî kir li ser vê civînê û hêvî xwest ku hikûmeta nû ya Kurdistanê bizûtirîn dem ava bibe ku di xizmeta gelê Kurdistanê de be.

Konsulê Amerîka wiha got: “Emê berdewam bin li ser hevkarî û hevahengiya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de ji bo parastina Herêma Kurdistanê bi taybetî û Iraq bi giştî.”

 

Back to top button