Mîranî: Opozisyon bi agir dilîz e
Sekreterê polît bûroya Partiya Demokrata Kurdistanê bûyera li parlamentoiya Kurdistanê duhî qewimî behis dike û dibêje ku, raste parlamentoya Kurdistanê dema seroaktiya herêma Kurdistanê bo du salên din dirêj kir lê ”neşerte serok Barzanî heta du salên din serok bimîne.
Duhî parlamentoya Kurdistanê bi piraniya dengan du yasa pesind kirin. Yasayê yekem dema parlamentoya Kurdisdtanê bo heta meha 11 ya îsal dirêj kir û yasaya duyem jî dema serokatiyaherêma Kurdistanê bo du salên din dirêj kir.
Mixalifeta Kudistanî li dijî van her du aysayan derket û duhî di nva parlamentoya Kurdistanê pevçûn çê bû.
Fazil Mîran sekreterê polît bûroya Partiya Demokrata Kurdistanê di hevpeyvîneke xwe de bi Rudawê vê meseleyê zelal dike û dibêje Parî û Yekêtî digel hindek aliyên din yên siyasiyên Kurdistanê ji bona parastina giştî û çênebûna valahiya qanûnî û siaysî heta dema hilbijartinên ev her du qanûn ji parlamentoya Kurdistanê derketin:
– Ev yek li dijî tu aliyan nîne. Serokê herêma Kurdistanê berî heyamekî nameyek ji parlamentoya Kurdistanê re hinartibû û daxwaz jê kiribû ku kodengî û tewafiq li ser destûra Kurdistanê bê kirin. Du heftiya serokê parlamentoya Kurdistanê digel aliyên siyasî danûstandin kirn, lê negehiştine tu encaman û rewşa herêma Kurdistanê çênabe bi vî awayî bimîme ji ber ku em ber bi hilbijatinan diçin.
Mîranî dibêje ku, PDK, YNK û aliyên din hest bi berpirsiyarîyê kir û, ji bilî her sê aliyên opozisyonê, hemû gihiştine wê qenaetê ku, ku divê dema parlamentoya Kurdistanê û seroaktiya herêma Kurdistanê bên dirêj kirin û ”Ev yek jî daxwazeke milî bû û ya hatiye kirin rewşa Kurdistnê ji tehlukeyekê parast.”
Mîranî dibêje ku, PDK bi berjewednî zanî heta du salên din dema serokatiya herêma Kurdistanê bê dirêj kirin ”Lê neşerte du sal timam bibin û çênabe jî ji du saln zêdetir bê dirêj kirin.” di vê demê de dê deriyê diyalogê vekiriîbe da ku kodengî li ser destûr çêbibe û hilbijartinên serokatiya herêma Kurdistanê bên kirin.
Fazil Mîran sekreterê polît bûtoya PDK li dor helwesta aliyên mixlifetê dibêje ”Yaku popzisyon dike yarîkirine bi agir.”