Polîtîk

Mîranî: Ez bibim serokkomar ezê li mafên Kurda xwedî derkevim

Serokkomarê Iraqê behra Kurdaye, lê hêja ne diyare ku ka dê ji kîjan Partî jib o berbijêrê serokkomar nave kî kifş bike. Gelo wek cara li gora rêkeftina di navbera PDKê YNKê de serokkomar pişka YNKê be yan dê vê care ya PDKê be. Ev yek hêja yekalî nebûye. Lê dixweyê vê care PDK dixwaze ew ji aliyê xwe yekî bike serokkomarê Iraqê. Ev yek piştî hevdîtina û li gora mercên lihevhatina herdu aliyan zelal dibe.Nê PDKê û ne jî YNKê di nava xwe de hêja kesek kifş nekiriye. Lê di nava YNKê de nave 4-5 kesan derbas dibe. Gelo dê YNK bikaribe li ser navekî li hev bike ? ev yek jî pirseke.Ji aliyê PDKê ve navê sekreterê Mekteba Siyasî ya PDKê Fadil Miranê û navê endamê Mekteba Siyasî Hişyar Zêbarî derbas dibê.Radyoya Dengê Amerika li gel sekreterê Mekteba Siyasî Fadil Miranî hevpeyvîne kir. Û di vê derbarê de Miranî dibêje: Vê carê posta serokomariyê ya PDKê ye. Me ji YNKê re jî gotiye. Jixwe sê doran posta serokomariyê ya YNKê bû, vê carê jî ya PDKê ye. Em hêvîdar in rewş negihê wê astê ku PDK û YNK xwedan namzedê cuda bin.Herweha li ser pirsekî Miranî dibêje: Eger ez bibim serokomar karê min dê tenê wergirtina mûçe (Miaş) nebe, ezê him parêzerê Qanûna Esasî bim him jî li mafên kurdan xwedî derkevim. Ezê li hember neheqiyên ku li kurdan tên kirin, bêdeng nebim. Mînak; di dema referandomê de mine dest ji kar berdaba û ezê vegeriyama Hewlêrê…

Back to top button