Li parlementoya Tirkiye de gotubêj li ser butçeya dewletê tê kirin. Di dema gotubêjan de minaqeşeyên gelek tund jî pêktêne. Yek ji wan jî ewe ku partiyên xwe muxalefet dibînin li dijê guhertina sistema serokkomariyêne û 6 partiyan li hev kiriye ku, ew sistema parlementeriyê şûnve vegerinin û Tirkiye sistema parlementeriyek bi hêz bê rêvebirin.
Lê AKP sistema serokkomariyê diparêze. Di parlementoyê de, berdevkekî AKPê bersiva muxalefetê da û di axavtina xwe de got klu, hun dixwazin cardin derî ji wesayetan re vekin.
Parlementerê AKPê Akbaşoglu axavtina xwe de got: Niha dixwazin sistema berê bixemilînin û cardin bînin rojevê.Hun dixwazin îradeya millet bi wesatetê re biguherînin.