Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu li Diyarbekirê li gel dezgehên sivîl û hinek akilmend û rêhspiyê deverê civînek pêkanî û di civînê de axavtinek kir. Davutoglu destpêka axavtina xwe de got:Ez bi tundî ew kesên darbeya 12ê Îlonê kirîn şermezar dikim.
Davutêlu got ku;Êş û elema 12 îlonê li gel xwe anî li hemû Tirkiye hate jiyandin.Li zindana de îşkenceyên mezin çêbûn darbeya herî mezin jî li zîndana Diyarbekirê pêkhat. Nirxên mirovatiyê têkbirin.Insan ji bo nasnama xwe û zimanê xwe ketin di bin tedariyek mezin de, hinek tişt kirin ku ez niha jî fedî dikim behsê bikim.
Davutoglu berdewamiya axavtina xwe de got: Kesên 12ê îlonê pêkanin niha ne di nav me de ne koça dawî kirine. Lê eve 41 salin hêja em di bin sistem û qanûnên ji 12 ê Îlonê hatin çêkirin de dinalin. Hêja destûr giranî destûra 12ê Îlonêye. Niha jî sîstema nû ya serokkomariyê wek sistema 12ê Îlonê lê hatiye.
Dawiya axavtina xwe de Davutoglu rexne li hukumetê jî kirin û got: Taybetî min xwest ez 12ê Îlonê li Diyarbekir bim û xema wan ya 12ê îlonê parve bikim. Ew kesên dixwestin AKPê bigrin niha hemû li Beştepe rawêşkarin û şiretkarên Erdoganin.