Konsulxaneya Giştî ya Fransî li Hewlêr, daxûyaniyek bi zimanê Kurdî li twittera xwe belav kir û tê de nivîsî: “Konsulxaneya Giştî ya Fransî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevsozî û piştevaniya xwe piştrast dike.”
Herwiha tekez dike, ev êrîşa nû, destdirêjeyek li ser serweriya Iraqê û aramiya Herêma Kurdistanê ye û nayê qebûlkirin.
Konsulxaneya Giştî ya Fransî daxwaz jî dike, divê hevahengiya zêdetir di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de hebe, ji bo ev kiryarên nearamîya dirust dikin bi dawî bên.