PolîtîkRojev

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Suudiye kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Abdulezîz El Şemerî Balyozê Şahnişîna Erebîstana Suudiye li Iraqê kir.

Li civînê de birêz Balyozê Suudiye silavên rêzdar Şah Selman Şahê Erebîstana Suudiye û Mîr Mihemed Bin Selman Cîhnişînê Suudiye bi Serok Nêçîrvan Barzanî gihand, her wiha pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Erebîstana Suudiye, rewşa Iraq û navçeyê bi giştî, şerê dijî terorê û metirsiyên Da’îş û çend pirseke dinê girîng û hevbeş guftûgo kirin.

Birêz Balyozê Suudiye piştgîriya welatê xwe ji bo aramiya Iraq û navçeyê bi giştî derbirî û her du alî tekez li ser girîngiya hebûna nêrîneke hevbeş û têgihiştina ji bo çawayiya çareserkirina kêşeyan û parastina aramiya li navçeyê da kir.

Back to top button