Kultur

Min dît û nabêjim (Roman)

Silêman Çakir

Dema Mîr ku şûphe kir ku keçà wî hatîye revandin. Wê şevê raneket. Ferman dayî ku bere şêwirmend û aqilmendê welat tevde werin dîwane Mîr. Delêllî bankir ku bere şêwirmend û aqilmend tevde li dîwane Mîr de amede bibin, ên ku newê wê li çarmîhê bixin.
..Di çend saette de tevde amede bûn. Nahtor derkete dîwane Mîr, ku mîrê min tevde di emrê wede amede û li benda wene. Mîr xwe amede kir û çû civînê, tevde jiber rabûn û gotin em di emrê Mîrê Mîre de amedene.
..Mîr ku aqilmend û şêwirmendê warê min. Keçkâ min Zêrîn Xanim Mîrxan ji alîyê haydutte hatîye revandin, em çibikin? Dema mîr wisa got tevde gotin ya star. ..!Bêlomebê, ya star rrr. ……
..Fikir û remanê xwe gotin û ferman dayî bûn bu ya Mîr. Serê malbatekê ciwanek xistin leşker. 9-15-20 wa xistin manga û wa perwerde kirin û berdane nav welat jibon ku li Zêrîn û seyda bigerin û wa bibînin. Mîr fermane duyem da ku ên ku keça min bibînê û xêr û bi selametî bînê eze keça xwe bidimê û çi mal û pere bi xwazê ezê bidimê û wî bikim wezîr.
..Dema mîr wisa dîyar kir wey liwî ku bi dil û can bi xebitê. Bîst şev û roj li keça Mîr gerîyen, lê ne dîtin. Xortekî sêwî heye ew serkêşê tîmekê ye. Dema li keça Mîr û seyda digerin zarokek derdikevê pêşiye wa. Rêveberê tîmê navê wî Jêhate. Zarok dibê hun li çi di gerin? Jêhat dibê em li keça Mîr û seydayê mizgefta Mîr digerin û herdu hatine revandin. Em liwa digerin. ..
Zarok dibêjê ez zanim li kûderêye. Endamê tîmê bawer nakin lê rêveberê tîmê jêhat bawer dikê. Dibêjê zarokê dibê bide pêşîye min û min bibe cîyê tu dibêjê.
..Hinekî dimeşin û dikevin sikâkeke gelekî teng de.Di talîye sikàkê de qulek heye , zarok dibêjê keça Mîr divê qulêde birin. Min şevê dî di xewna xwede dît. Jêhat bawer dikê. Tîmê didê hevdu hinek liber qulê dimînin û jêhat û ên dîtir diçin cem Mîr wî agahdar dikin.
..Dema Mîr wa dibînê, dibê hun hatine çi? Mîr gelek aciz dibê. Jêhat dibê mîrê min jibon ku em we liser tiştekî agahdar bikin em hatin. Mîr dibêjê xêre, jêhat dibê xêre mîrê min.Mîr dibêjê kerem bike, ez lite gûhdar dikim. Jêhat ku mîrê min dema em li Zêrîn di gerîyen zarokek derket pêşîye me, ku hun li çi digerin? Min ku em li keçà mîrê xwe digerin. Ku min di xewna xwede dît ez zanim li kûye.Dayî pêşîye min û em birin sikâkeke teng dawîye wêde qulek heye ku di vê qulê de birin. Mîr ferman da ku bere aqilmend û şêwirmend tevde werin.
..Aqilmend û şêwirmend bi Mîr re civîn kirin gotin jêhat ku werîs li lingê yekî girêdin bere li qulê meyzekê. Wisa kirin mirovê ku li qulê meyzekir xiste hawar ku evder tiji çile û reş û taristane. Wî derxistin Jêhat hate cem mîr wî agahdar kir. Mîr dîse aqilmend û şêwirmend dane hevdû û jibon çareserîyê mesele nîqaş kirin.Aqilmende gotin Mîrê min Hevrîşim, bezê beraze, şima, qumaşê çarikê jibon ku em mûme çêbikin. Mîr hezar mirov amede kir û kârê wa jiware got. Nêçîrvan dane hevdû ku biçin kîvroşke bigrin jibon ku tîm eyarê wa bigrê ser serê xwe de çil wa kor nekin. Heyv derbas bun wext kete sale nu, tiştê Mîr dixwest hatin .Dest bi kârê xwe kirin û tîmê jêhat mûm pêxistin û eyarê kîvroşkê mîne şepqê girtin serê xwe û xwe berdane qule reş û tarî. ..
…….”””fesadîye liser Nisêbîn’ê “””..

Jêhat li pêş û tîme wî peyde ketin Dinyake dîtir.Cîyê têde derbas dibin reş û taristane mize mize çileye. Dema ketin wê qûlê çile hicûm berda ser wa, eger ne ji eyarê kîvroşke bane wî çavê wa tev derbixin.
..Çareserîye di destê wade ku ecele bikin û bi gihijin Cîyê ronî heye. Dema nêzîkî ronîyê bun çil kêm bun. Cîyê gihiştinê çemekî mezin derket pêşîye wa. Çem ji xwe mezin bu av jî gelek bi hêz bu. Serdor çîye û şînayî û ezman tenê xwûya dikir.
..Dengê kewa, sûske, bilbille û ware ware xezale bu. Jêhat ma sekinî û tefekkür bu ku di vê meselede sirekî veşartî heye. Lê gelo ev sir çîye? Li serdorê xweş meyzekir lê tiştek nedît. Lê dilê wî digot jêre sirek heye. Di vabê tu fahm bikê. Dema li alîyê millê xweyî rastê meyze dikê, Di nîvê dîwar de tiştekî dibînê mîne çengelekîye dest tavêjê çengel derdikevê mîne pirekê ji binê avê derdikevê û tê berbiwîde. Derdikevê jor û xweş lê meyzedikê û pir di navbenda herdu milê çemde di rûnê. Êdî diser pirêde derbasî milê dîtir dibin.Dema derbas dibin pir dîse di vegerê sisteme xweyî berê. …Dibêjê hevalê xwe, em nêzîkî çareserîye dîtne seyda û keçkâ Mîr bûne. Lê tiştek heye eger ew jime zêdetîr, xurt û zîrektir bin, hinek zahmete lè divabê em bi ser bikevin.
..Keda me Vala biçê gelek şerme. Emê ji Mîr àlîkàrîyê bi xwazin.Bere Du hevalê me livir bin jibon ku ên werin wa derbas bikin. Tîme Jêhat qabul dikê û Du şexis diçin ji Mîr àlîkàrîyê di xwazin. Jêhat û ên dîtir seyda û zêrîn di şopînin.
..Bi şev û roj di meşin di gihijin çîyakî bilind. Şeve lê kevirê çîyê mîne sterke şewq didin.Gundar dikin dengê însane tê fahm dikin ku gelek mirov livir jîyan dikin. Dibêjin emê îşev livir bin .Bere Du heval meyzekin gelo alîkàrî hat an jî na.
..Ji xwere agir dikin, bi dorê Du do nobet digrin.Dibê sibeh û hêzeke mezin tên alîkârîye wa.Tên cem hevdu û civînê dikin. Jêhat, dibêjê kâ em proje xwe amede bikin.
..Du hevalê xwe bê çek jibon lîkolînê dişyênin nav wa. Herdu diçin liser heremê lîkolînê bikin .piştî ku digihijin heremê Du nahtor bandkin wa û dibêjin hun kîne û parole bêjin.Dibêjin em rêwingîne me rêçkâ xwe şaşkirin.Heger destur hebê emê çend roja mèvanê we bimînin. Çekdar dibêjin gelek başe .Li zingil dixin û Du çekdar tên wa dibin cîyê mêvane. Ranzê wa şanî wa dan û ew raketin. Yek hat wa hişyarkir û ku wextê xwarinêye. .Çûne cîyê xwarinê. Piştî wextekî seyda û Zêrin jî anîn. Wa seda û Zêrin nasnedikirin. Lê seyda û Zêrin wa nasdikirin. Navê lîkolîvane yek Xurte ye, yek Xorto ye.Gotin em çibikin? Xurto ku em biçim cem wa rûnin û em jiware bêjin , em jibon xilaskirine we hatine.
..Li cem hevdû rûniştin û halê wa pirsîn. Gotin halê we çîye? Zêrîn ku ji xeynî wextê xwarinê pêde em hevdû nabînin. .Piştî sê heyva wê me derxin dadgehê. Wê çi bîryarê bidin em nizanin. Du çekdar hatin wa birin. Gotin wa ku Zahfer û pênç hevalê xwe derketin çîyê û ev leq a waye. Zahfer bi hevalê xwere civînekê pek tînê. Di civînêde Du bîryar têne sitandin. 1-Ên ne weke mebê, divabê bi darê kotekê û bi devê çekê em wî bînin ser rêçkâ xwe. 2-Divabê di her şertîde destê me û ên komarê di hevdûde bê û kesek nizanibê.
..Piştî civîn xilas dibê Du do ciwa vedigerin welat.Ên dîtir her yekî diçin welatê serdorê. Zahfer û Xiso têne welat û di demeke kurt de çend mirove didin hevdû bi ware civînekê pêk tînin û karê wa jiware dibêjin.
..Dibêjin çek ji dest neberdin. Ên Ku li himberî we rabû bi çekê bidin sekinandin. Ên Ku hun nikaribin pê dewrî komarê bikin ewê çareser bikê. Ew mirovê li welat belav búne, li her bajarekî sê mirovê perişan bibînin kàr bidin wa lê Du tişte ji dest bernedin. Ên Ku we rawistand û ên ne rawistê bispêrin xeta reş. Bi hevre wî xilas bikin. Wisa dibê Ku li welat zane xilas dibin. Ên Ku qetil nabê derdikevin dervî welat. Di revin û hew tên. Zahfer û Xiso bi endamekî ên xeta reş re didênin. Endamê xeta reş liser aborîyê piştgirîyê didê wa. Piştî wextekî civînekê bi hevre dikin. Di civînê de navê xwe heşkere dikin.Hêza kûştin û xerakirinê. (HKX).
..Rêber jî Zahfere, kârê endame yek bi yek ew dîyar dikê. Wa diberdê nav welat. Hicûme diberdin welatparêze, bi hezare mirov têne kûştin û şerekî bi qirêj destpê dibê. Serok komar ferman didê, dibê Zahfer li kûder bê wî bibînin. Lîkolîn dibê û Zahfer û çend hevalê wî têne girtin. Serok komar endamekî xwe dişyînê cem Zahfer. Dibê em dest didênin ser komarê. Emê we nû bikin .Jibon Ku em biserkevin. Emê vî şerî bikin mahne. Lê emê te berdin.Zahfer û xiso bi xeta reş re pêwendîyê bi endamekî wêre didênin. Liser warê aborîyê alîkârî didê wa.Piştî wextekî civînekê biware pêk tênê. Navê xwe dîyar dikin, hêza kûştin û xerakirinê (HKX).Rêber jî Zahfere û kârê endame ew didê û wa diberdê nav welat. Hicûmê diberdin welatparêze û bi hezare mirov têne kûştin.
..Şerekî bi qirêj li welat dest pê dibê. Serok k leşker ferman didê û dibêjê Zahfer li kûder bê wî bînin. Lîkolîn dibê û Zahfer û çend hevalê wî digrin. Serok leşker endamekî xwe dişyînê cem Zahfer. Dibê em dest didênin ser komarê û emê we wek hêz nû bikin. Jibon ku em serbikevin emê vî şerî bikin mahne. Emè te berdin lê di wextekî kinde derkeve dervî welat û sînor. Cîyê ku tu biçîyê wê rêber âlîkâr bibê. Ew jî dest didênin ser komarê û bi hezare mirove digrin û wa dixin zîndanê Kûştin û talankirin dest pê dibê. Zahfer derdikevê dervî welat û hevalê xwe tênê cem xwe. Ên welatparêz têne girtin û kûştin .Xurto û Xurto têne cem Jêhat û dibêjin me Seyda û Zêrîn dîtin. Li qonaxe çîyakî bilind û serdor ne valeye. Qasid ji Xurto û Xorto re tê, dibê cîyê em lê werin wêdê.
..Ên dîtir bere liwir bimînin. Werin cem Zahfer, tevde diçin, lê heta di gihijin cem Zahfer gelek jiwa dimrin. Jêhat tê û ferman didê. Dibêjê em diçin Seyda û Zêrîn xilas bikin. Dema di gihijin heremê kesek û tiştek nîne, Seyda û Zêrîn destê wa girêdayî liwirin. ….Destê wa divekin û nahtor Mîr agahdar dikê, dibê wa bînin, wa tenin cem Mîr. Aqilmend û Mîr li hevdû di civin û bîryarekê distînin û dibêjin bere seyda ji vî welatî biçê.
..Emê Zêrîn li Jêhat mahr bilin. Wî ev tişt heq kirîye. Seyda turikê xwe tavêjê ser milê xwe û derdikevê ser rêçkâ nevegerandinê. Zêrîn li Jêhat mahr dikin û daweta wa çil roj û çil şevî berdewam dibê. Zêrîn xemgîne dema zava diçê oda Zêrîn (bûkê ).Deri lê divekê û halo bandikê Jêhat. ..
……..ŞERVANO……..
Tu xortekî pir delallî.
Bi hezne xwe pir hêjayî.
Tu jêhatî dilovanî.
Lê ez Zêrîn keça Mîr’im.
Ne keçikim, ne jî bîme,
Ez mahr kirî, bi evin ‘im.
Ger tu camêr bi aqil bê.
Tê fahm bikê vî derdê min.
Dema dilî ne bi dilbê.
Wê evînî wek kevir bê.
Wê hemû bi dert û kúl bê. ..
..Jêhat bersive Zêrîn didê. …

Back to top button