Min dît û nabêjim (Roman)
Silêman Çakir
Dema ku min wisa got,hevalê min ku bi bilehî raste. Min ku em çibikin?Ku tu çi bi xwazê ez li cem teme. Dema wisa got ez hinekî tefekûr bûm. Zor spasîye wî kir û min jêre eşkere got.Evder hesas û tevlî hevdû ye. Mixbir û ejanê vêdê gelekin.Sîstem bi kurayîtî liser vir di sekinê, ku raste te evder xweş analîz kirîye. Min ku jibon va minasebeta tu dû tişte jibon min bike bese. ..
Ku emir bike. Min ku na ,ne emire ricaye ..Min li seattê meyzekir ji bêhn berdana xebatkare re bîst (20)deqîqe mabûn. Min gote hevalê xwe biçe qonaxe Komarê meyzeke midîr diçê kûderê? Fahm bike û were min agahdar bik.A dûyem li heraje we li benda minbe. Ku temam û rabû çû piştî wextekî kin hat. Ku waye diçê mala xwe wê neha di virde derbas bibê. Min ku başe ez biçim milê dîtir, heye ku dema di virde derbas bibê, mimkine werê livir meyzekê ku raste. Min ku tu rabe biçe gerajê. Ew rabû çû û ez derbasî milê dîtir bûm, piştî çend deqîqe midîr hat û çavek avête çayxanê û derbas bû.
Min jî dûrayî wî taqip kir û kete hewşa xanîyê xwe. Ez hinek sekinîm û Ketim hewşê. Midîr dema ez dîtim reh lê nema. Jiber min rabû û ku kerem bike. Xanimekê jêre dolme û dew jêre anî û liser masê liber danî. Bi heyecaneke mezin ku kerem bike. .Min ku na.Ezê gotineke kurt jiwere bêjim û biçim,jibon ku wextê min tûneye. ..Lê limin xweş gûhdar bike….Ku kerem bike, min ku ev gilî û îxbar tu dikê,ev yek.A dûyem heta sibe jî ez bême girtin mesulîyet li alîyê te ye û ez derketim û çûme gerajê. Hevalê min li benda min bû. Min ku rabe, min bibe Silîve (Farqîn’ê )ku serserê min tu kûder bi xwazê. Ez suwar bûm û em meşîn. Min ku dema rê qût kirin ji âlîyê asayîşê, an jî leşker hebê pêl gazê bike û ne sekine, ku tu çawa bi xwazê ez heme….Dema em di meşîn, malbata Bedirxanîye ku tiştê hatibû serê wa hate bîra min. ..
…….MALBATA BEDIRXANÎYE…….
Dawîye Beylike Botan û sûrgûn e Bedirxanîye. Sal 19′ ê Îlonê 1847. 100 (sed )ji malbatê û 200 (dû sed)ên ku dibin himbêza wî de. Wa liser Trabzon bi gemîyê dibin bajarê Estenbol. Di wextekî kinde Sultan Ebdulmecîd bandikê Bedirxan wî tênê bi qambilî xwe. Jê di pirsê ,te çime serhildan kir. ?
..Bedirxan bi helbesteke Omer Hayyam bersiva Siltan didê. ..
…Heye ku kesekî li Cîhan gúneh nakê, bêje?
…Ma jîyankirin dibê, ku mirov gúneh nekê, bêje?
…Ger tu bêjê min ,tu pîsî û tu pîsîtîyê bikê.
…Çi cudatîye te jimin heye, bêje?
Ev gotinê helbestî li xweşî ye Siltan tê, lê dîse Bedirxan sûrgûnî Girîtê dikê. ..
Em gihiştin Farqînê û min zor spasîye hevalê xwe kir û min heqê kedà wî dayê û ew vegerîye Dehê û ez bûme mêvanê hevalekî xwe. …
Pirtûk :Li pênç diryankê Dîrokî ên mezin. KURD Û TIRK.
Nivîskâr : Ehmed Ozer.
Rûpel :211.
Bajarê evînfarîyê û warê Zembîl firoş û Bişîjkê netew perwer Yusuf Ezîzoxlu. Tim jibon min bû male dûyem. Ez sirgûn çûme wêdê lê, ji dilovantîye Gel’ê Farqînê bu male min.
..Gelek xeyalê min liwir pêk hatin.Min hevalê bajovan bi rê kir û ez çûme cem hevalekî ketkâr.Dema ez dîtim hindik mabû ku ji Eşqa bi firê. Me hevdú himbêz kir û em rûniştin li cîyê meyî Dîrokî. Çayê xwest û me vexwar û li hâl û wextê hevdû pirsî. Rojê derbas bûbun û heta bi Dîrok van ,xwedê jê razî Muhammed Emîn Zekî beg.Xweş nivîstîye Kurd û Dîroke Kurdistan. .
Dema bahse Kurde dikê xwedê jê razî halo di bendekê de şîrove dikê. ..
Di dema Îlhsnîyede (Moxol)herbê ku çêbûn tucar bahse Kurde nebû. Li gor Dîroke Cîhankûşa.Di dema moxolle eyalete Kurdistan xwîya yî bavê Newruz Ergün AXA îdare dikir.Tê fahm kirin ev Kûrd di wextê Eyyubîye de ji alîyê herb û cesaret derketibû taxa bilind.Dîse derketin çîye û newale heta ku felakete ku hebû derbas bibê. Jibon ku Kurd bi hevdûre ne tifaq bûn.
Ne mimkinbû ku hêzê xwe bikin yek.Fermandarekî mîne Selahaddin Eyyûbî xwe li dora wî nekirin yek û cephekek ava ne kirin.Jibon vê minasebetê Harzemşahan û Celadet dîn û li himberî moxolle xwe ne girtin.Tatar êdî herikîn û jibon ku Kurd ne yek bûn, ji hevdûre nedibûn xwedî û li himberî neyarê xwe ji hevdûre piştîgirtîger nedibûn.
..Pirtûk :Dîroke Kurd û Kurdistan.
..Nivîskâr :Muhammed Emin Zekî Beg.
..Weşanxane:Nûbihar.
..Rûpel :152
Piştî me li hevdû pirsî, min çend brader ji hevalê dilovan pirs kir. Ku çûne metropolê. Min ku heyf. Heyfe Şehîde. ….Dema tekoşerê mîne Ferît UZUN, Kemal Goçer,Harûn, Kemal Yaricî, Fahrî Gombê ,Nedim saq, revok û newêreke welat berdan û diçin liser pirtûkê xelkê wegervantîyê dikin û dest bi bezirgan tî yê kirin ,gelek şerme…Ku bileh tu rast dibêjê, gotinê Hozanê nemir Şîyar Farqînî têne bîra min…Dema digotin hevalno, emê li hapse bin,emê li çola bin, wey bavo….Wey…
Kesereke mezin veda,bûbû êvar ku heydê em birçî bûn, lê îşev mêvanê min be. Min çiqas ku na jî ez ne berdam.Min ne di xwest serê wî liser min bikevê belayê. Cîyê kârê xwe girt û em çûne aşxanê me xwarin xwar,di wê demê de hevalekî dîtir hat û ku Way. ..!Way ev ciwamêr ji kûder hat…Me hevdú himbêz kir û ew jî licem me runişt û me tevde xwarin berdewam kir..Piştî xwarinê em derketin çûne mala wa, hevalê ku dawî hatibû ew jî hat….Em gihiştin malê û derbasî oda mêvane bûn, em her sê tenê rûniştin û me de a çûyî çendbare kir.
Bajarê evîndarîyê û warê Zembîl firoş û Bişîjkê netew perwer Yusuf Ezîzoxlu. Tim jibon min bû male dûyem. Ez sirgûn çûme wêdê lê, ji dilovantîye Gel’ê Farqînê bu male min.
Gelek xeyalê min liwir pêk hatin.Min hevalê bajovan bi rê kir û ez çûme cem hevalekî ketkâr.Dema ez dîtim hindik mabû ku ji Eşqa bi firê. Me hevdú himbêz kir û em rûniştin li cîyê meyî Dîrokî. Çayê xwest û me vexwar û li hâl û wextê hevdû pirsî. Rojê derbas bûbun û heta bi Dîrok van ,xwedê jê razî Muhammed Emîn Zekî beg.Xweş nivîstîye Kurd û Dîroke Kurdistan. .
Dema bahse Kurde dikê xwedê jê razî halo di bendekê de şîrove dikê. ..
Di dema Îlhanîyede (Moxol)herbê ku çêbûn tucar bahse Kurde nebû. Li gor Dîroke Cîhankûşa.Di dema moxolle eyalete Kurdistan xwîya yî bavê Newruz Ergün AXA îdare dikir.Tê fahm kirin ev Kûrd di wextê Eyyubîye de ji alîyê herb û cesaret derketibû taxa bilind.Dîse derketin çîye û newale heta ku felakete ku hebû derbas bibê. Jibon ku Kurd bi hevdûre ne tifaq bûn.
Ne mimkinbû ku hêzê xwe bikin yek.Fermandarekî mîne Selahaddin Eyyûbî xwe li dora wî nekirin yek û cephekek ava ne kirin.Jibon vê minasebetê Harzemşahan û Celadeddîn û li himberî moxolle xwe ne girtin.Tatar êdî herikîn û jibon ku Kurd ne yek bûn, ji hevdûre nedibûn xwedî û li himberî neyarê xwe ji hevdûre piştîgirtîger nedibûn.
..Pirtûk :Dîroke Kurd û Kurdistan.
..Nivîskâr :Muhammed Emin Zekî Beg.
..Weşanxane:Nûbihar.
..Rûpel :152
Piştî me li hevdû pirsî, min çend brader ji hevalê dilovan pirs kir. Ku çûne metropolê. Min ku heyf. Heyfe Şehîde. ….Dema tekoşerê mîne Ferît UZUN, Kemal Goçer,Harûn, Kemal Yaricî, Fahrî Gombê ,Nedim saq, revok û newêreke welat berdan û diçin liser pirtûkê xelkê wegervantîyê dikin û dest bi bezirgan tî yê kirin ,gelek şerme…Ku bileh tu rast dibêjê, gotinê Hozanê nemir Şîyar Farqînî têne bîra min…Dema digotin hevalno, emê li hapse bin,emê li çola bin, wey bavo….Wey…
Kesereke mezin veda,bûbû êvar ku heydê em birçî bûn, lê îşev mêvanê min be. Min çiqas ku na jî ez ne berdam.Min ne di xwest serê wî liser min bikevê belayê. Cîyê kârê xwe girt û em çûne aşxanê me xwarin xwar,di wê demê de hevalekî dîtir hat û ku Way. ..!Way ev ciwamêr ji kûder hat…Me hevdú himbêz kir û ew jî licem me runişt û me tevde xwarin berdewam kir..Piştî xwarinê em derketin çûne mala wa, hevalê ku dawî hatibû ew jî hat….Em gihiştin malê û derbasî oda mêvane bûn, em her sê tenê rûniştin û me dema çûyî çendbare kir.
Jîyane me Kurde çime hewqas bi dert û eleme Gelo?Carna mirov ku liser tefekûr dibê, mîne ku yek bikevê deryake bê ser û binî,
Xelk û alem liser me Kurda bûne Nivîskâr û maldar û em Kûrd jî xeynî bindestîyê, mirinê, talankirinê,penaberbunê tiştekî me tûneye, jibon çi?Xelk û alem bûne Dewlet,ne mîlyonin,mîlyon Kûrd parçe parçene ey Xwada…..!Malbata ez lê mêvan ev gotin bi dil û can tanîne ser ziman. Dilê min peritî.
Dema min pirtûke Muhammed Emîn Zekî Beg xwend, wek ku gelek Kurd zanin,beşa liser hebûne beşer û Gelîtî ye Kûrda û eşîrê Kûrd min tiştekî bâlkêş dît.
.Eşîre reş qewm.
.Eşîre soremirî.
.Eşîre Şerefbîyan.
.Eşîre Bacalar.
.Eşîre Delo.
.Eşîre Gaxwar.
.Eşîre Keze.
.Eşîre Palanî.
.Eşîre Berzencî.
.Eşîre Omer mil.
.Eşîre Tilşanî.
.Eşîre Zengene.
.Eşîre Zend.
.Eşîre Dawide.
.Eşîre Leylanî.
.Eşîre Talabanî.
.Eşîre Cebbarî.
.Eşîre Şewan.
.Eşîre Salihîye.
.Eşîre Şêxbizinî.
.Eşîre Kakeyî.
.Eşîre Beybanî.
Û berdewam dibê weke 123 Eşîr û bêhtir hene.
P:Kurd û Dîroke Kurdistan.
N:Muhammed Emîn Zekî beg.
R:345-346-347-hwd.
Me heta dereng sohbet kir.Min liser Farqînê ji bradere pirsek kir wa jî liser eşîret bûnê gazin kirin dema min ev pirtûk xwend ew roj hatin bîra min.
Me tevde ku çareserî çîye, bersiv gelek kûr û dirêje, lê yek bûn û ne yek bûn hên pisgirêkeke herî mezine. Wextê raketinê ji zûde derbas bûbû, em çend seatte raketin û sibehê em rabûn, me xwe amede kir û em çûne bajêr. Gotin em taştê bi xwûn. Me tevde pîroz dît û em çûne aşxanê. Piştî xwarinê min ku divabê ez biçim. Gotin çime. Min tiştê pêk hatibû jibon wa anî ser ziman.Gelek xemgîn bûn û gotin çareserî çîye? Min ku heta ez biçim malê û bi malbatê re vê pisgirêkê nîqaş bikim.Gotin başe tiştekî têkevê ser milê me em amedene. Min ku zor spas û xatir xwest ,bi minre hatin heta geraje ku wesayît diçine Amed û ez suwar kirim û wesayît meşî. Dema ji sînorê Farqînê em derbas bûn, deşta Amed derket himberî min.Min ku rawiste Amed vaye dîse ez têm mêvandarîye te….
..Seydayê nemir Ehmedê Xanê kâ gelo çi di bêjê. …..,
..Husna te ye Zîneta ‘hebîban.
Reşka te ye’xîreta reqîban
..Meyla te ye ‘aşiqan dikêşît
Derdê te ye dil jiber dikêşît.
şîrîn te kire şeker li Perwîz .
Ferhad ji reşkê eşkê xûnrîz. .
Gihiştim Amed û derîyê çîye, daketim û hate ber çavê min Ehmed Arîf. ….Rast û rast çûme mêrge Ahmed û çayxane hemammê min çavê xwe lê gerand. Ez bi dil û can dimeşîm, min dît ketkarekî dilovan kete pêşîye min ku xêre, tu bi kûderde diçê? Min hên bersiva xwe ne dabû kete milê min û ku suwar bibê em diçin navçeye ofîsê. Ketkâr Selam Aq….Em suwar bûn û çûne ofîsê daketin. Ku min ha livir şirket vekir û em derba bûn mekanê wî. …
Bajarê Amed,mîne min bi kûl û kedere. Gelo birîn çiqas kúre kê li Amed gûhdar kirîye heta wek îro. Rojek ji roja min bi dil xweşî dengê Amed nekir ku vaye kêfa min limine. Çime gelo?Ez Ketim nav bajêr û gerîyem,min jî kê pirsî, rewşa we çawaye gelo,bi dert û kûl û bi keder bûn.
Dema em ketin ofîse ketkâr û rûniştin wî jî dest bi gazine kir.Ku umudake meyî mezin hebû ew jî kûştin. Min ku kê kûşt? Minê pepukê ku dibê jê kê kûşt? Min kûşt. Kê şûşt? Min şûşt. Kê veşart dibê min veşart û ên ku kûşt ,şûşt û veşart birayê pepukê bû.
Dema wisa got, min ku gûnehkâr kîye û kîne? Ku ev pirs bersiva wê gelek kûre. Min ku na..Li her welat û Gel de rêber hene, gotineke me heye, dibêjin,Êl yeman ,an jî beg yeman ?Dîse ma sekinî û berdewam kir ku beg zahfin û Êl bindeste. .Min ku wî çaxî dîse seydayê û ustadê mezin Ehmedê Xanê bi xwêne. …Ku raste. ….Min ku ez çiqas di xwênim têr nabim û pirtûk di refa ofîse wî de amede bû. Ez meyzekim di pirtûke neha ku hatîye weşandin çi dibêjê xwedê jê razî. …
..Qet mumkine ev ji çerxê lewleb.
Tal’bibitin ji bo me kewkeb.
..Bextê me ji bo me ra bibit yar.
Carek bibitin ji xwabê hişiyar.
..Rabin ji me jî cehanpenahek.
Peyda bibitin me padîşahek.
..Şûrê Hûnera me bête danîn.
Qedrê qelema me bête zanîn.
..Derdê me bibînitin ‘elacê.
Îlmê me bibînitin rewacê.
..Gerdê hebuwa me serferazek.
Sa’hibkeremek suxennewazek.
..Neqdê me dibû bi sikke meskûk
Ned’ma wehe bê rewac û meşkûk.
..Her çende ku xalis û temîzin.
Neqdîne bi sikkeyê ‘ezîz in.
P:Mem û Zîn.
R:200-201-202
W:Nûbihar.
Şîroveker :Perwîz Cîhanî. ..
Berdewam kir ketkâr (s.a).Ku ez şivan bûm. Min ku raste gelek jime ,me şivantî kirîye. Ku em Feqîr û bê çare bûn. Min xwest ser Senat perwerde bibim çareserî nebû. Mîne Terzî Nîyazî usta, meslek jî nebû. Wek Mêhdî Zana em nebûn şaredar jî, lê min gelek hûrmet heye jibon herduke jî. Em xistin sîyasetê û gotin emê Kurdistaneke ser bi xwe ava bikin.Jibon ku em nezan û sâfbûn me bawer kir.Gotin zirt û mirt bûne 57 parçe me dîse ku tiştek nabê. Wext derbas bû bi nav hevdû ketin û hevdû qetilkirin û General ser sukra me suwar bûn. Vê ce neha em perîşan û belengazin. .
Min ku başe ezê destur bi xwazim û carek din emê zirav û dirêj û berbiferehî mijûl bibin,başe. Ku temam oxir bê. Ez derketim hatim derîyê çîye û çûme gerajê. Min cîyê xwe cûda kir jibon ku ez biçim bajarê Nesibe û Kelha Dîrokî. …
Berdewam dike