Min dît û nabêjim (Roman )
Silêman Çakir Serdore Girdare mîne neynikê diberiqand. Milekî newal û av,li milekî Bişare Botan,çîyayê serdorê wê di xemilandin, Dehê mîne sitêrke li ezman ku têkevê bin himbêze ewrê reş û tarîde di şik û gomane de bû.Gelo rewş bi kude biçê pirs tim di rojevê de bû. Ez Ketim polê û min gote zaroke Roj baş. Dema min wisa got zimanê wa tevlî hevdû bûn û kenîn. Min ku zarokno em hevdû nas bikin,dema min wisa got yekî destê xwe hilda. Min ku kerembike, ku ji xwe em hevdû nas dikin tu mamosteyê me yî û em jî şagirtîne. Vê carê ez kenîm, keçekê destê xwe hilda, min ku kerem bike, ku mamoste hevalê me dema wisa got hûn kenîn, çime? Min ku biburin, dema min ku em hevdû nas bikin,min neda fahm kirin,ez dibêjim em navê xwe û psşnavê xwe û tiştne dîtir em bi xwazin ji hevdûre bi dorê bêjin.Dema min wisa got, keçkâ zozanî spasîye min kir û runişt.Çavê belek û birhê qeytanî şewqa xwe li polê dîyar dikir. Min bi dorê jiwa pirsî li Girdare çi hene û çi tûnene, dest pê kirin,jî fistiqe heta bi birinc, ji masîyê sor heta bi sêvê îzeranî, lê zanebûn û xweşîye serdorê pisgirêk bûn.Sohbet berdewam bû, yekî dest hilda ,min ku kerem bike, ku mamoste me berde derve em biçin bi lîzin. Min ku hên wext maye, piştî çend deqîqe dîtir emê derkevin bêhn berdanê, lê te hewce hebê jibon daxwazîyê te,tu kârê biçê û dîse werê. Ku na,mamostekî me hebû em tim di berdane derve û em di lîyistin. Min ku evder dibîstane, cîyê perwedebunê ye,serê çil (40)deqîqe emê deh (10)deqîqe derkevin derve, divabê em tevde xwe wisa fêr bikin..Dema min wisa got, serê xwe tewand û diber xwede ku hahoooo, îşê me zore.Gotinek heye,çîyayê bilind bê dar nabin,dilê evîndar bê evîn nabê. Evîne min welat û Gelê mîne, nizanim ev bar çawa kete ser pişta min,gelo qedere mine.Wext hat û zingilê bêhn berdanê lê da. Zaroke tevde xwe bi hevre avêtin derve.Min deng dernexist,min fahm kir ku mamostê wa perwerde kirîye liser fêrbune mirovayî ne sekinîye. Min ji xwere got ezê fêre ku bê liser bi sekinim. Em derketin derve û ez û mamoste ketin nav zaroke me wa şopand.Dema min dêhnê Xweda serdore Bişare Botan,mîne nivîskarekî Elman Karl May liser qapaxe pirtuke wî a liser “”ÇÎYAYÊ KURDE “”Ku dibêjê li Musul heta Amedî’yê, li Berwarî, ez Reşo Nemsî û Hecî Xelef romana macerayê wa ye..Jibon mirovekî Berwarî tiştê herî mûhîm çîye? Hûn zanin? Ha ev xencere. ..Tu di xwazê li tâme wê meyzekê? Berî her tiştî tê di newale Berwarî de xwe berdê xwarê. Jibon ku ev rêçk teng û şopike tu nikarê li hespê suwar bibê. Divabê tu bi hefsarê hespê bigrê û dakevê. Newal ji darê Beruyê girtîye, li Gûnde Kûrd, Nasturî, Keldànî di runin. Piştre Nevdaç û bi navê Manglana Gûndekî Kurd ku lê heye tê di çoleke beyar û ziwade derbas bibê. Piştre wê Hajîs çiftlik derkevê himber te, liwir çend malbatê faqîr jîyan dikin.Gelek çemê ku tevlî Zapê dibin tê diwade derbas bibê, di nîvê deştê de liser kevirekî bi tenê ava bûye Kelha Gumrî wê derkevê bi qambilî te…..Ji sînorê Sêrt û Dehê pêde li Bişare Botan Gûndê Girdare di wê rewşê de ye,ji her serdorê re dibê qaqebo. ..Dema ez di nav zaroke de Ketim wa xeyalê kûrde Mamoste M.A.A.ji minre ku kerem bike cixare pê xe. Min ku ev gelek baş bû, lê em licem zaroke ne kişînim, dema min wisa got Kebanîye bankir in ku werin çayê vexwûn, min dîse ku ev hên baştir bû. .Befr bi giranî dihat li çîyayê Bişare Botan.Rojê payîze cîyê xwe dabû roj û heyvê zivîstanê, lê Bihar jî ne bê deng bû. Deng û bahs xweş ne di hatin gúhê me.Me dibîstan û zarok xistibune dûzenekê de.Edì cudatîye wê û dibîstaneke bajêr nemabu. Ji bi dorê heta pirtûk Xanê û herdû pol me kemilandibun. Çend zarok car carne aksi dikirin lê ne mewzubaz bu. Serdore dibîstanê ser bi ser me kevir û zixur lê valakirin û berê herî yê û ava diherikî me dayî milekî dîtir. Gûndî gelek dilxweş bûn, me bankire mixtar û heye tê me çend peyam jibon wezaret û serok komar û berpirsyare, nivîst û wek heyet tesdîq kirin û me şîyand. Bersiv hat û dest bi xebatê kirin,rêçkâ gûnd wek va kêmasî ye.Xanim xan bi halekî bû. Dem zivîstan û seqem bû, bêrî befr werê min şîyand male keko Ehmed.Li wir gihişte selametîyê û Xwadayê mezin û dilovan lawekî delal dayî me.Hejmare malbatê bûne pênç (5).Piştî gihişte siheta xwe mün çend roj ji rêbertîyê xwest û ez çûm min wa anî. Çend roj derbas bûn û befrê dest pê kir û bayê kur ku ez hatim.Wey haware erd bu mîne late sitep …Ber fecerê li xanim xan xwîn tewirî, derman nîne, hên rêçk çênebuye û yek wesayît heye ew jî li navçoke cîrane, ên hindik bîst km, ye, eger em wê nebin bişîjk wê ji sedî sed bi fetisê. Min bankire Mamoste Mehmet Elî Elp, hate û min ku em çibikin.?Çû bankire lawê xwedê jê razî S.axe Bedrî Teymûr. ..Bedrî mîne pêşmergekî qehreman xwe amede kir û derket ser rê de. Di wextekî kinde wesayît hat û me xanim xan bire nexeeşxanê. Di cehde çi lêzim bu bişîjke kir û di çend seat de hate ser bi xwe, ji xwe roj hilatibu, tucar ev serpehatî nayê jibîr kirin,malî ava kek Bedrî delallo. …Rojek baranî bû. Karmend hevalê min Mamoste zarok di xistin dîbîstanê. Ez jî li milê dîtir bûm. Min dengê xwe dayê dengê jinekê hat gûhê min.Berî biçim,min dît keçeke xeendevane min gelek bi heyecan hat cem min ku mamostê min zû were dibîstanê. .Min ku xêre? Ku xecoya cîranê dibîstanê çîre ji mamoste re dikê. Min ku çime?ku nizanim..Zû wer…!Ez çûm û çi bibînim başe?Xeco hevjînê wê jîyane xwe ji dest da bû. Feqîr bû, lê gelekî vir nexweş bû, min çend hermetê wisa heta neha kêm dîtine. .Zarokê wê jî mîne wê tim pisgirêk derdixistin. Dema Mamoste zaroke dixê pole de, kurkê Xeco pîlava (şekâl,sol)wî bi herîye, mamoste dibê şekâle xwe paqiş bike û bikeve polê. Ew di bezê û sole xwe paqiş nakê û derbas dibê, mamoste jî wî zemd dikê û tênê derve, ew jî bi zanebûn dikê hawar û xwe li erdê dixê û dilê xwe têşînê, birayê wî ên piçûk bandikê dayîke xwe Xeco…Xeco tê û dest bi sixêfa (çîre)dikê û kevire tavê jê camê dibîstanê. Ez gihiştimê û min ku xaltî tu çidikê? Ku vî mamosteyî li lawê min xistîye. Min ku tu şaşî, şerme û gelek eybe. ..Xeco xanim rawistîye û fedî kir û çû male xwe. Min qasid şîyand pey xwedê jê razî, S.axe re, jibon ku mixtar bû. Çend deqîqe dtbas bû Xalê S.axe hat dema ez dîtim kenî, silav da û me li hevdû pirsî. Min ku bibure, bawerim me tu aciz nekir?Ku ma ev jî gotine, bes emir bike, min ku estexfurulleh,rica heye, min jibon me sisê qehwe û av xwest, dema zarokê min di dîtin mîne nevîyê xwe bibînê. Bi taybetî keçkâ minî mezin H.R.ilehî girê xwe tê dabune, di wê kêlîyê de keçik nehat,dema xalê S.dît çû şepqa wî revand û avête jor,hinekî dem dem ba dihat,wê kêlîyê de ba xûrt hat û şepqa xalê (S).neçû ser avanîye dibîstanê? Min gelek fedî kir, ew bi xwe kenî û keçkâ nesekinî ku oxxxx,min ku hey ziman dirêj şerme, hat destê xalê mixtar maç kir û ku bibure xalo..Dema wisa got xalo mixtar (S.T) hêstir ji çavê wî hatin,min xewlî da dest û me dest bi vexwarine qahwe xwe kir,Mamoste (M.A.A.)jî amede bû. Ku ma xêr bû? Min ji fedî bûne tiştek ne got,nevîyê wî dema ew dît hate cem û destê wî maçkir. Ku ma kàlo tu çawa yî, ku tu saxbê lawo. Ku ma xêre tu hatî, ku mamostê te bankire min,ez hatim…Vê carê newîye xalo mixtar,mesele jêre ne got…Dema ku kâlo, xeco hat hezar gotin ji mamostere got û kevir avêtin camê dibîstanê. .Dema wisa got,çavê xalo mixtar sor bûn û ku bi lez biçe banbike xeco bere werê. .Çaxê wisa got min gelekî fedî kir, ez mecbûr mam min midaxele kir û min çav dayî Mamoste jî, min ku xalê mixtar rica min pêde ne xeyîde, hinekî tembîh bike, bese, ku jibon xatirê te ser çava…Xeco hat û çû destê xalê mixtar. Ku xalo tu çawayî? Ku ez ne başim..Tu çime Mamoste aciz dikê? Ku min bê edebî kir û hûn jî min afû bikin..Min çav dayî xalê mixtar, wî jî ku temam û berê xwe dayî xeco ku tu carek dîtir vê bê edebîyê meke,başe ku temam…Ew çû û em jî derbasî cem me bûn. Bûbû êvar û wextê şîvê bû, em tevde li cem me rûniştin ,xalê mixtar ku em biçim cem me,min ku na…Berdewame