Mîmareke Kurd beşdariya pêşbaziyeke avahîsaziya navdewletî dike û pêwîstî dengê we ye
Ciwaneke Kurd beşdarî pêşbaziyeke avahîsaziya navdewletî dike ku taybete bi dîzaynkirina ciheke guncav ya ji bo kerentîn û mayînê. Pêşbazî bi awayeke online û li navbera 190 pêşbazîkeran da pênc ji wan wekî baştirîn dîzayner têne hilbijartin.
Saman Serdar Gerdî xelkê Hewlêre û li pêşbaziyê de beşdariyê kiriye û ragihand، “Di demên derbasbûyî de serpereştyarên xelata “Tamayouz Award” pêşbaziyeke dîzayna navdewletî ya bi navê “Design Challenge” ji bo dîzaynkirina cîheke guncav ji bo dema karantînê rêkxist. Ez jî wekî mîmar û avahîsazeke Kurd bi projeya “Hîwa”(Hêvî) min beşdariyê têde kir”.
Di derbarê projeyê ve jî Saman Serdar Gerdî balkişand li ser wê yekê ku “Zarok hêmaya hêvî û paşerojê ne, ji bo hebûna civakeke tendirust li paşerojê de pêwîste zarokên me li tendirustiyeke baş da bimînin. Ji bo wê yekê min dîzaynek amadekir ku cîhê lîsyin û yarîkirinê li dema karantînê da hebê, lê belê li ber çavgirtina xweparêziya civakê. Bi vî awayî zarokên me li rewşeke baş da dimînin, paşê jî vê başiyê li ser take kesên civakê de belav dikîn.”.
Serkeftiyên pêşbirkê ew kesin ku zêdetirîn ecibadin li projeyên wan bê kirin, “Pêşbirkê ji bo dengdana giştî vekiriye û xelk dikarin li rêya ecibandina projeyê li pêgeha pêşbaziyê da heta demjimêr 12ê îşev deng bidin”.
Dîzaynerê Kurd behsa ewe kir ku “190 proje hatine pêşkêş kirin, pênç proje ku zêdetirîn ecibandin xwe heye dibine serkeftî. Pênç projeyên din jî ji aliyê Zanîngeha “Coventry University” ya Brîtanya ve têne hilbijartin. Ji bo wê yekê daxwaz ji hemû Kurdan dikim, heta 12ê şev li pêgeha pêşbirkê projeya min biecibînin bi vê xwarê, da ku dîzaynereke Kurd bibê serkeftiyê xelateke navdewletî û navê Kurd bilind bikîn”.