Piştî hilbijartinên Parlementoya Iraqê çekdarên milisên Şîe, destpêkirin hukumetê tehdît dikin.Ji bo vê yekê hukumeta niha ya Iraqê di nava Bexdayê de hinek tedbîr wergirtin. Hêzên ewlehiya di nava kolanên Bexdayê de belav bûne û hewldidin ku aramiyê biparêzin.

Di vê derbarê de berpirsekî ewlehiya giştî da xûyakirin ku,Hevpeymaniya Fetih û hinek çekdarên Heşda şeibî dest xwepêşandana dikin û vekirî hukumetê tehdît dikin.Ji bo vê jî hezek mezin a ewlehiyê û Artûşa Iraqê devera kesk belav bûye.

Li gor encamên destpêkê yên hilbijartinên Iraqê, Hevpeymaniya Fetih bi serokatiya Hadî Amirî tenê 17 kursî di Parlamentoya Iraqê de bi dest xistine.

Piştî ragihandina encaman, hejmarek ji grûpên çekdar û milîsên Şîe encamên hilbijartinê red dikin, ji ber vê jî rewşa ewlehiyê li Bexdayê aloz bûye û hêzên ewlehiyê jî ketine rewşa amadehiyê.

Ji aliyekî din ve, Berdevkê Ketîbeyên Hizbullah ê Iraqê Ebû Elî El-Askerî, ji ber encamên hilbijartinên pêşwext, daxwaza dadgehkirina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir.

El-Askerî got: Kazimî xiyanetiya mezin kiriye. Divê em di zûtirîn dem de em bixebitin da ku mafên dengderan û kandîdan wan vegerînin, yan jî dê encamên xirab derkevin.”

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: