CivakRojev

Miletek bê sembol, bê nirxe jî….

Roja bilindkirina ala Kurdistanê li ser avahiya hukumeta Komara Mahabatê ya Kurd, 17.12.1945ê rojekî dîrokiye. Di vê rojê de sembola netewî ya Kurd Ala Kurdistanê hate bilindkirin. Ev roj wek roja ala Kurdistanê hatiye qebûl kirin. Taybetî li Kurdistana Başûr ev roja pîroz bi coşekî mezin tê bi bîranîn.

Her milet di cihanê de bi awayekî xwedî sembolek netewîye. Sembola Kurda ya netewî Ala Kurdistanêye. Mixabin di roja me de hinek aliyên siyasî Ala Kurdistanê wek sembolek netewî qebûl nakin. Eger mirov li nirxên xwe û taybetî li ala xwe xwedî dernekeve tu cara nikare îdia bike ku, tekoşînek ji bo destkeftina mafên netewî dide.

Em roja Ala Kurdistanê li hemû Kurdan pîroz dikin û hêvî dikin ku hemû derfetan de, Ala pîroz bê bilindkirin û hemû yekitî, tifaq û çalakî di bin Ala Kurdistanê de bêne kirin ku wateyaka wan netewî hebe.

17.12.2021 / Diyarbekir

Partiya Demokrata Kurd (PDK)

Back to top button