Wezîrê Berevaniya Iraqê Îrfan Xeyalî beşdarî bultena Rûdawê bû û nûçeyên derbarê wî gef li Herêma Kurdistanê xwariyê red kir û got wî daxuyanî li dijî Herêma Kurdistanê nedane.Piştî belavbûna nûçeyekê di medyayê Îranê de ji zarê Wezîrê Berevaniya Iraqê ku dibêje ew rê bi dabeşbûnan Iraqê nadin, Wezîrê Berevaniya Iraqê Îrfan Xeyalî got giştpirsî babeteke siyasî ye û ti peywendiya artêşa Iraqê bi giştpirsiyê re nîne.Îrfan Xeyalî diyar kir ku daxuyaniya wî derbarê terorê de bûye û got ew rê nadin terorê ku careke din gefan li me bike.Xeyalî herweha da xuyakirin Hêzên Pêşmerge di şerê terorê de şehîd dane û gotina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya gotiye, “em bi hev re di yek çepera şer de ne bibîr anî û got hevahengiyeke baş di navbera artêşê Iraqê û Hêzên Pêşmerge de heye.
Pêş
05/07/2025
Komên girêdayî Heşdî Şebî êrişan pêk tînin
04/07/2025
Zelenskyy: Min û Trump pêwendiyeke gelekî girîng û berhemdar pêk anî
Balkêş e ?
Close