MHP: “Em li bendê ne ku banga Îmraliyê pêk were”

Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Îzzet Ulvî Yönter dibêje: “Em di wê baweriyê de ne ku wê rêxistina terorê kongreya xwe li dar bixe û di demeke pir kin de xwe fesih bike. “Em li bendê ne ku banga 27’ê Sibatê ya Îmraliyê pêk were.”
Yönter di bin konê Fitarê de li gel endam û alîgirên MHPê civiya û axavtinek kir.
Yönter di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de got, “Em ê bi hev re Tirkiyeyeke bê teror ava bikin. Hewldanên serokê me yê birêz û xebata serokê me yê rêzdar di vî warî de ne.“
Yönter diyar kir ku têkoşîna li dijî terorê wê bi biryardarî bidome û wiha dewam kir:
“Em di wê baweriyê de ne ku rêxistina terorê wê kongreya xwe li dar bixe û di demeke pir kin de xwe fesih bike. Em li bendê ne ku banga 27’ê Sibatê ya Îmraliyê pêk were. Em vê yekê ji bo paşeroja xwe ya hevpar, serxwebûna xwe, hebûna xwe ya netewî û ol û ala xwe ya ku qet nekeve, xwedî girîngiyeke dîrokî dibînin. Kurd û Tirk birayên hev in, Elewî û Sunî birayên hev in. Kî mudaxele bike provokatorekî bê heqdest û sîxurê emperyalîstan e. Xuya ye partiyeke muxalefetê heye ku ji hewaya Tirkiyeyê ya aştî, aramî û biratiyê ditirse, xemgîn e, çavnebar e û ditirse. Partiya Komarî ya Gel nikare rizgariya Tirkiyê ji terorîzmê tehemûl bike. Hin komên ku ji teror û cudaxwaziyê sûd werdigirin, nikarin rabûna bi heybet a Tirkiyeyê, şiyarbûna mezin, vî ruhê yekîtî û biratiyê tehemûl bikin.”