Berdevkê berê yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Telal Silo, ku piştre çû xwe radestî Tirkiyê kir derbarê pêkhateya HSDê, fermandariya wê û pêwendiyên wê yên li gel PKKê û Amerîka û Rûsyayê de daxuyaniyên giring dan.
Telal Silo ji Rojnameya Independent a Tirkî re ragehand, sala 2015ê de hin grubên Sûrî li hember DAIŞê ji bo ku şer bikin di bin navê HSDê bûn yek û bi awayekî hevbeş ji bo ku tevger bikin biryar dan. Di nav wan gruban de baskê PKKê yê Sûriyê yê leşkerî YPG jî hebû. Tirkiyê YPG wek rêxistina terorîst pênase kiribû. Lê YPG di hemû navendên biryar a HSDê de bû desthilat.
Berdevkê berê yê HSDê Telal Silo bixwe kesekî ji Çobanbeylî ye û Tirkmen e û li dijî rejîma Sûriyê di nav opozîsyona Sûriyê ya li dijî rejîmê şer dikir de cîhdigirt û di meha Mijdar a sala 2017ê jî ji HSDê cuda bû û derbasî qadên bin kontrola hêzên opozîsyona ser bi Tirkiyê bû û piştre jî xwe radestî Tirkiyê kir. Silo derbarê pêwendiyên HSD û PKKê, operasyonên bi dronan ên Tirkiyê yên li Sûriyê, operasyona Efrînê ya Tirkiyê û beriya wê, herwaha çekdar kirina zarokan û çekên Amerîkayê yên dest PKKê de, di wan mijaran de daxuyaniyên giring dan Independent a Tirkî.
Telal Silo ragehand: Navê HSDê, Amerîkiyan ji Mezlûm Ebdî re pêşneyar kirin. Ez wê demê di nav Ceyş’ul Suvar (Artêşa Şoreşgeran) a ku li hember rejîma Beşar Esed opozîsyoneke çekdar û şerker de bûm. Roja 10.10.2015ê ez ji Efrînê çûm Hesekê. Roja 15.10.2015ê li Hesekê civîneke ku 41 kes beşdar bûn pêkhat û ew nav (HSD) di wê civînê de hat pêşneyar kirin. Dihate gotin ku bila navekî ku herkesê bigre navxwe be, ji ber ku di civînê de derveyî YPGê, ereb, tirkmen û siryanî jî hebûn.
Telal Silo derbarê rol û mafê wan pêkhateyan a di HSDê de jî got: Nûnerên hemû pêkhateyan di HSDê de hebûn, lê ferman ji YPGê dihatin. YPGê jî ferman ji cîheke jortir werdigirt. Me wisa dizanî ku Mezlûm Ebdî ser hemû kesekî re ye, lê wî jî ferman ji cîheke din werdigirt. Biryarên hestyar ên leşkerî ji aliyê Bahoz Erdal ve dihatin dayîn. Kontrola hemû kar jî ji aliyê Sebrî Ok ve dihate kirin. (Sebrî Ok rêveberê Koma Civakên Kurdistanê – KCK ya avahiya wê PKKê ava kiriye ye) Heta rêveberiya Meclîsa Sûriya Demokratîk a li bakurê welat avabûyî jî Sebrî Ok dikir. Rêveberiya aboriyê jî dest wî de bû, îstixbarat jî kontrol dikir, biryarên siyasî bê Sebrî Ok nedihatin dayîn. Aldar Xelîl wekî ku ji karûbarên siyasî berpirs dihate dîtin, lê bê Sebrî Ok nedikarî ti tiştekî bike.
Derbarê kuştina Bahoz Erdal de jî Telal Silo ragehand: Dema gotin Bahoz Erdal hatiye kuştin, piştî wê jî me hevdîtin kir. Telefonê bikarnayne, li ser vîberê agahdarî yekbûn. Ji min re got ew kuştina min derew e, tişta ku dibêjin ez ji wê gelek mezintir im. Lê piştre karûbarên xwe radestî Nuredîn Sofî kir û ez bawerim naha Bahoz li Reqayê ye.
Derbarê operasyona Tirkiyê ya ji bo Efrînê jî got, roja 29.01.2016ê me li gel rayedarên Amerîkî, Fransî û Brîtanyayê civînek pêkanî. Di civînê de Brett McGurk û Mezlûm Ebdî jî hebûn. Hêzên biyanî gotin, eger Tirkiyê li Efrînê operasyon bike, ew ti piştevaniyekî nadin YPGê û HSDê. Ew dihate wê wateyê ku dest ji Efrînê berdabûn. Min ji Mezlûm Ebdî pirskir, eger operasyon pêkbê dê çi bikin, got ez li gel Rejîma Esed pêwendiyê de me lê rejîm jî berdewam daxwazên xwe zêde dike. Mezlûm Ebdî razî bû ku Alên Rejîma Sûriyê li Efrînê bên bilind kirin, lê Şamê got, divê hûn rêveberiyê radestî me bikin.
Derbarê pêwendiyên Rûsya û HSDê de jî Telal Silo got: Rûsyayê bi awayekî nerasterast ji HSDê re alîkariyên giring kirin. Di dema avabûna HSDê de li Qamişlo bi rêya balefirgehê ve alîkariya çek, teqemenî, amûrên leşkerî û pare û heta xorak kirin. Ew alîkarî bi rêya gruba çekdar a Suwar Reqa ya nêzîkî rejîma Sûriyê ve hatin radest kirin.
Telal Silo diyar kir: Amerîkayê ti demekê piştevaniyekî menewî ji bo HSDê nekir. HSD, tenê wek hevalbendê xwe yê li qadê dît. Min carekî gote McGurk ‘’Bila yek ji me bê Washingtonê û herî kêm qehweyekî pêşkeş bikin. Wî jî got ti demekî tiştekî wisa nabe.’’ Derbarê rêveberiya xwecihî ya Sûriyê de jî digotin ew mijare meseleyekî navxweyî ya Sûriyan e. Amerîkayê dizanî HSD û YPG berdewam li gel rêveberiya Şamê di pêwendiyê de ne.
Silo got: ‘’Endamên YPGê yên derketin derveyî welat jî, bi pasaportên ku Şamê dane wan ve derketin. Dema ku DAIŞ jî hebû, neft û petrola wan herêman li ser DAIŞê re hate şandin.
Telal Silo derbarê çekên ji YPGê re hatine dayîn û bikaranîna wan de jî ragehand: ‘’Amerîkayê ji pêkhateyên HSDê re çek dema dida îmza ji berpirsan dixwest. Bi navê Tirkmenan min îmza dida û çek werdigirtin. Bi navê Siryaniyan Gabrîel Kino, bi navê eşîretên ereb jî Şêx Bender îmza dikir û çek werdigirtin. Herwaha ew çek nedibû li hember Rejîma Sûriyê jî bê bikaranîn û ew daxwaz û merc jî dihate danîn. Lê piştî ku Amerîkayî diçûn kesekî ku ji Qendîlê hatî yê bi navê Sefkan ê PKKyê dihat û ew çek hemû dibirin. Me nedizanî bo kuderê dibe û embar dike.
Telal Silo got: ‘’Ez nizanim ew çekên ku Amerîkayê di dema xendeqan de ji aliyê PKKê ve li hember Tirkiyê hatin bikaranîn an na. Ji ber PKKê em dûr li wan tişta digirtin. Bixwe biryar didan û bixwe pêktanîn. Civînên ku rêveberên PKKê beşdar dibûn, çûna wan civînan ji bo me qedexe bû.’’
Telal Silo derbarê şervanên zarok de jî got: Ew mijar Mezlûm Ebdî jî derbas dike. Mezlûm Ebdî jî nikare biryarê bide ku zarokekî şervan biçe mala xwe. Çekdar kirina zarokan projeya Qendîlê ye. Ji zarokan dixwazin şoreşgeran ava bikin. Min ji Mezlûm Ebdî re got divê em dest ji vî tiştî berdin û gote min, qet serê xwe neêşîne, wek te nedîtî tevbigere.
Derbarê êrîşên Tirkiyê yên bi dronan li hember rêveberên YPGê û HSDê jî Telal Silo got: Di sala 2017ê de operasyonên bi dronan zêde bûn. Hemû endamên HSDê reviyabûn bo çolê û li wan deveran jiyan dikirin. Li hember êrîşên dronan tevdîrên leşkerî nayên wergirtin. Amerîkayê li hember êrîşên dronan çek neda HSDê. HSD jî wan çekan ji rejîma Sûriyê dixwaze. Ji ber wê jî rêveberên HSDê bi wesayîtên sivîl digerin. Qasê ez dizanim Mezlûm Ebdî jî nav de gelek rêveberên payebilind di biryargeh ango serbazgehên Amerîkiyan de jiyan dikin.’’
Telal Silo derbarê xwe de jî got: Dema HSD ava bû me wisa dizanî ev dozeke netewî ye. Lê min fêm kir ku ew neraste û projeyekî PKKê ya cudaxwaziyê ye. Em tenê wek dekor dihatin bikaranîn. Berî ez cuda bibim min dest ji kar kêşana xwe gelek caran ji Mezlûm Ebdî re pêşkeş kir. Lê eger tu cuda bibî dê 48 demjimêran de bêyî kuştin ew peyam bi awayekî sergirtî ne aşkera ji min re hate dayîn. Gelek kes nerihetin, lê ji ber ewlehiya canî nikarin tiştekî bikin. Bi taybet eşîretên ereb ji rewşa heyî gelek nerihetin. Divê Tirkiye li ser eşîretan xebatekî taybet bike.
Telal Silo got: Ez xwe di ewlehiyê de nabînim. Lê li hem li hember welatê xwe min erka xwe kir, hem jî ji bo bala cîhana derve bikşînim ser Sûriyê û tiştên tên jiyan kirin min xwest herkes bizane û ji ber wê ez rihet im.